Gerîlayên HPG’ê li gundê Bermizê yê navbera girên Kanîreş û Koordîne yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya duh a gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Şemzînan a Çelê ev agahî da: “27’ê Sibatê saet 16’an, li gundê Bermizê yê navbera girên Kanîreş û Koordîne yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li yekîneya dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin.”