Bi durûşmeya “jin jiyan azadî” kongra star ji bo pîrozbahiya roja 8’ê adarê roja cîhanê ya jinê meşek li Kobanê li dar xist.
KOBANÊ – Bi hezaran jin û jinên ciwan li kantona Kobanê ji bo 8’e adarê meşek li dar xistin. Meş ji navçeya Şêran destpêkir û ber bi gûndê Tilêcbê ve herikî.
Di nava meşê de jinan ala Kongra-Star û wêneyên Rêberê gelan Abdulah Ocalan û pankartê “ji bo Efrînê serî hilde, 8 adarê jinê azad bike pergala îmralî parçe bike” rakirin.
Meş li gûndê Tilêcbê sekinî û piştî deqiyek rêz girtin li ser giyanê Şehîdan axaftin hatin kirin.
Li ser navê Kongra-Star Zehra axivî û got: em roja 8’ê adarê bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê pêşwazî dikin û vê rojê li rêber APO û li hemo jinên cîhanê pîroz dikin.
Zehra axaftina xwe berdewam kir û got: di bin slogana “parastina şoreşa Efrînê parastina şoreşa jinê be” emê 8’ê adarê li seranserî rojava bakurê suriyê pîroz bikin.
Her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ya kantona kobanê Şervîn Şalih axêvî û got: em li ser navê hemû jinên ciwan vê rojê li jinên cîhanê û li Rêber APO pîroz dikin û berxwedana Efrînê silav dikin û soza xwe dubarê dikin kû emê heta dawiyê bi hemû hêza xwe pişgirtiya berxwedana serdemê bikin.