Karayilan: Dewleta Tirk wê li Efrînê têk biçe. Ji bo misogerkirina têkçûna dewleta Tirk divê li her derê fedakarî bê kirin. Can pêwîst be divê can bê dayin. Divê em vê firsenda dîrokî ji dest bernedin.
NAVENDA NÛÇÊYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk têkçûn qebûl nekiribe jî têk çûye û gel û şervanên Efrînê bi ser ketine. Karayiyan diyar kir, şer wê hê dewam bike, lê belê berxwedana heta niha nîşan daye ku serketin misoger e. Mûrat Karayilan got, “Eger em êrîşên rejîma AKP-MHP’ê yên li ser Efrînê bişikînin, gelên me wê bi ser bikeve. Hem ji bo gelê Kurd, hem jî wê ji bo gelên Tirkiyeyê serdemeke azad û demokratîk dest pê bike.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameyeke radyoya Dengê Welat û ev nirxandin kir:
BERXWEDANA EFRÎNÊ QONAXEKE NÛ YE
“Ev 40 roj in li Efrînê li hemberî êrîşkariya dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî tê kirin. Ev berxwedana li Efrînê dibe tiştekî nû ye. Li hemberî dagirkerî û qirkirinê di parastina xwe, kerameta xwe, rûmeta xwe de berxwedaneke nû ye. Ji bo tevahî mirovatiyê bi rastî wekî nimûneyekê ye. Berxwedana Efrînê, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jî pelek nû vekir. Ango herêmeke zêde ne mezin, li hemberî dewleteke ku hemû teknolojiya serdemê bi kar tîne û çeteyên ji DAÎŞ’ê bigire heya El Nûsra û hêzên xwe yên her cureyî hemû xistin êrîşê, nikare encam bigire. Li hemberî vê, bilindbûna îradeya gelê Efrînê û şervanên li Efrînê di têkoşîna mirovatiyê û ya gelê Kurdistanê de jî qonaxek nû ye. Ev raber dike ku civakeke bi biryar, bi îrade û bi rê û rêbazên demê ku li ber xwe bide, ew dikare çi bike, di çi astê de berxwedaneke mezin bi ser bixîne, jê re nimûneyek nû ye. Belkî hemû dinya jî niha li hemberî vê şaş maye, lê rastî wisa ye.
EFSANEYA MEZIN A SERKETINÊ
Heya niha îradeya di aliyê gel de hatî raberkirin û şêwazê ku şervanan raber kirin serketinek mezin e. Belkî dijmin ev ketina xwe niha qebûl nekiriye, lê dijmin ketiye, dagirkeriya Tirkiyê li wir der daye û gelê Efrînê, şervanên berxwedêr ên Efrînê bi ser ketine. Serketina wan a heya vê qonaxê bingeha zafera pêşerojê jî daniye. Ev şer, wê hîn dom bike, niha neqediya ye. Feqet heya vê qonaxê raber kir ku êdî bingeha zaferê misoger e. Ji ber ku stratejiya şerê li wir dimeşînin rast e. Dema mirov ji dûr ve jî dişopîne, mirov vê dibîne. Hem şêwazê parastina araziyê bi taktîkên rast meşandin, hem di bajaran de birêxistinkirina civakê, tevgerkirin û parastina bajaran, hem jî li pişt dijmin û li hawirdora dijmin pêşxistina şêwazê gerîla raber dike ku şervanên qehreman ên li Efrînê çavê xwe berdane zaferê. Wana zafer heq kiriye. Berxwedêrên Efrînê ji niha ve wekî efsaneyên ku dijîn, dîmenek wisa ava kirine. Ew efsaneyên zindî ne.
MAFÊ SEKNA BI RÛMET, SERKETIN E
Bi rastî li hemberî artêşeke ewqas xwedan derfet û mezin, wisa bi rê û rêbazên komên biçûk, taktîkên jêhatî pêşxistina şerê demê bi her şêwazê xwe balkêş e. Ev raber dike ku, wê di van hewldanên xwe yên bi rûmet de bi ser bikevin. Belkî şehîd didin, berdêl didin, lê rûmeteke mezin qezenc dikin; bi tevahî gelê Kurd û tevahî mirovatiyê jî didin qezenckirin. Ji bo wê berxwedana ku ew îro li wir dikin, ne ji bo Efrînê tenê ye, ji bo tevahî gelê Kurdistanê, ji bo tevahî gelên herêmê, hêzên demokrasiya herêmê û mirovatiyê ye. Ji bo wê pir hêja ye û rûmeta xwe bilind e. Em cardin tevahî şehîdên vê berxwedana bi rûmet bibîr tînin. Em hemû gelê xwe yê li Efrînê bi vê fedakariya mezin li ber xwe dide, hemû şervan û fermandarên ku li wir bi ruhekî fedaî ev asta şer ava kirin pîroz dikin, wana bi dil û can silav dikin.
WÊ MIROVAHIYÊ JI XETERIYÊN MEZIN RIZGAR BIKE
Tiştê heya niha li Efrînê hatiye avakirin raber dike ku, wê ji vir û wiha jî biçe encamê, wê biçe serketina mezin. Lê divê em vê bizanin; ger li Efrînê ev berxwedan wisa pêş bikeve û encam bigire, wê mirovatî ji xeteriyek mezin rizgar bibe. Niha wekî tê zanîn, di herêmê de DAÎŞ hat avakirin, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di tesfiyekirina DAÎŞ’ê de rolek girîng leyîst. A niha jî AKP û MHP bermahiyên DAÎŞ’ê, El Nûsra dane kêleka xwe, cardin dixwazin li ser gelên herêmê, li ser demokrasiya Bakurê Sûriyê, li ser paşeroja gelê Kurd û gelê Sûriyê xeteriyek mezin çêbikin, ew xeteriya ji DAÎŞ’ê hatî cardin geş bikin. Ji bo wê, ger li Efrînê ev pêla wana, ev êrîşkariya wana bê şikandin wê di vir de tevahî mirovatî qezenc bike. Beriya her tiştî gelên herêmê, gelê Tirkiyê û gelê Kurd wê gelek tiştan qezenc bikin. Bi serketinê re wê ev tişt pêk were, serdemek nû bi xwe re pêş bixe. Ji bo wê jî berxwedana Efrînê bi rastî berxwedaneke dîrokî û bi rûmet e.
SIYASETA QIRKIRINÊ
Beriya vê êrîşa dewleta Tirk, Efrîn cihekî aram bû, jiyaneke hevbeş, aram û demokratîk lê hebû. Her kes vê dizane. Dewleta Tirk, DAÎŞ û El Nûsra teror birin Efrînê. Li Efrînê ew aramiya heyî bi vî awayî xera kirin û dewleta Tirk niha li Efrînê dixwaze siyaseta qirkirinê bimeşîne û zilmê dike. Beriya hemû tiştî hemû xaniyan, daran, xwezayê dike hedef. Li wir nabêje ev jin in, ev zarok in, ev sivîl in; her kesî dide ber xwe. Ger windahiyên mezin nebûne, ji ber ku gel rêxistinkirî ye, însan xwe li wir diparêzin, bi rêxistinî ne, ji bo wê tiştên hîn mezin naqewimin. Lê belê ev şêwazê êrîşkariya dagirkeriya Tirk binpêkirina mafê mirovatiyê û huqûqa şer e. Pir bi şêwazekî eşkere dewleta Tirk li Efrînê însanên sivîl qetil dike. Di dîmenan de jî dixuye ku êrîşî ser mal û malbatên xelkê dike, talan dike, dizekiyê dike. Pez, zeyt û her tiştê xelkê me yê wê derê talan dike, ji xwe re dibe û her kes li hemberî vê temaşe dike.
DEWLETÊN DIN LI VÊ TEMAŞE DIKIN
Ev, bi rastî tiştekî balkêş e. Halbûkî vî gelê li wê derê li hemberî DAÎŞ’ê ji bo tevahî mirovatiyê şer kir. Dewleta Rûsya bi xwe vê baş dizane, Emerîka vê baş dizane. Çawa ku hemû gelê me yê Rojava li hemberî xeteriya DAÎŞ’ê li ber xwe dan, gelê Efrînê jî li ber xwe da. Nehişt were û têkeve wir. Ji ber ku DAÎŞ’ê destpêkê hîn sala 2013’an li ser Efrînê êrîşên xwe pêş xistin. Wê çaxê li hemberî DAÎŞ’ê berxwedan çêbû û DAÎŞ’ê nikaribû xwe di wir de bi cih bikira. Yanî rexmê gelekî ewqas fedakarî kirî, a niha rê didin ku faşîzma dewleta Tirk tevî DAÎŞ’ê êrîşeke wisa li ser Efrînê bike û mafê mirovatiyê binpê dike, hêzên herêmî û hêzên sereke yên navdewletî jî temaşe dikin. Rast e, belkî raya giştî piştevaniyê dike. Bi rastî di çapê cîhanê de raya giştî li berxwedana Efrînê xwedî derdikeve, piştevaniyê dike, lê dewlet na. Bi taybetî jî dewletên sereke yên navdewletî û yên herêmî di vir de hesabkariyê dikin.
HESABKARIYA LI SER KURDAN, NEHEQÎ YE
Beriya hemû tiştî Rûsya û Emerîka dixwazin nakokiyên di navbera xwe de li ser pişta gelê Kurd çareser bikin, hesabpirsîna xwe ya ji hev bi rêya gelê Kurd bikin. Ev jî dihêle wisa neheqiyek mezin, zilmek mezin li gelê Kurd bibe. Ev bi serê xwe bêwijdanî ye.
Li aliyê din, dewletên Rûsya û Sûriyê hesabkariyê dikin. Bi rastî wana baş dizanin, ger niha dewleta Tirk û van çeteyên pê re, (her kes dizane wana Exwan Mûslimîn û DAÎŞ in, yanî xeta El Qaîdê ne) di Efrînê de bi cih bibin, êdî ew ji wir dernakevin. Ji xwe eşkere dibêjin, “em dikin Kurdên li wir ji wir derbixin, em ê yên li gel me penaber bûne tê de bi cih bikin.” Yanî qala 350 hezar kesan dike. 350 hezar Efrînî derketine û neçûne Tirkiyê. Kes tune ye. Rayedarên Tirkiyê derewan dikin, eşkere qirkirineke etnîkî tînin ziman. Yanî dixwazin Kurdan ji Efrînê derbixin û li şûna wana ew kesên li gel wana bêhtir mal û malbatên van çeteyên cîhatger in, bîne û tê de bi cih bike. Di vir de tenê ne talanî heye, qirkirinek heye. Vê jî naveşêrin.
EGER DEWLETA TIRK LÊ BI CIH BIBE, WÊ JÊ DERNEKEVE
Eger vana wisa bi cih bibin wê çi bibe? Wê Erdogan ji Sûriyê derkeve? Na. Wê çaxê ne ji Efrînê derdikeve, ne ji Idlibê derdikeve, ne ji Babê derdikeve û wê Helebê jî bixwaze. Wekî Kibrisê dibe ku bi salan û salan tê de bimîne. Wê ev Sûriyê parçe neke? Wê parçe bike. Niha çima dewleta Sûriyê çavê xwe ji vê re digire û Rûsya rê dide vê? Ev mijareke pirskirinê ye. Eger Rûsya dixwaze Sûriyeke nû li gor nêrîna xwe ava bike, ma bi vî awayî dikare bike? Rê bide ku DAÎŞ û El Nûsra xwe tê de bi cih bikin. Ma ne îstixbarata Tirkiyê navbera DAÎŞ û El Nûsra, navbera El Nûsra û Ehrar El Şam, Exwan Mûslimîn hemûyan çêdike. Wana kirin yek û ew bi hêz kirin. Ê vana bi alîkariya Rûsya dike. Belê çawa dûvre wê vana jê derbixe û bi çi sedemê dihêle ku vana îro wisa xwîna Kurdan birijînin? Ma ev wê ji bo paşeroja Sûriyê ne xeteriyek mezin be? Pir eşkere ye ku wê ev xeteriyek mezin be. Yanî ev êrîş li hemberî paşeroja Sûriyê ye jî. Bi vî awayî wê çawa Sûriyeke wekhev û aram bê avakirin? Di aliyê dewleta Tirk de ewqas çete tê de tên bicihkirin, zemînê avakirina Sûriyê na, zemînê parçekirina Sûriyê bi vî awayî tê avakirin.
HAYA SÛRIYEYÊ JÊ HEYE, LÊ DUDIL E
Esas rêveberiya Sûriyê ev xeterî dîtiye, lê bi teredût e. Mesela, hinek hêzên gelêrî çûne Efrînê, rasterast nikaribûn piştevaniyekê ji wana re bikin û hesabên biçûk dikin. Halbûkî berxwedaneke pîroz li wir heye. Divê her kesek ji Sûriyê piştevaniyê bike ji bo ev dagirkerî û plana dewleta Tirk û El Qaîdeyê li wir bi cih nebe. Divê her kes hewldanekê pêş bixe. Feqet heya niha tiştekî wisa pêş neketiye. Dixuye hinek nerihetbûn di aliyê dewleta Sûriyê û dewleta Îranê de heye, şik û guman çêbûne, lê hewldaneke cidî hîna pêş neketiye.
PÊNASEYA JI ALIYÊ DYA VE TÊ KIRIN, TÊRKER NÎNE
Li aliyê din, Emerîka xuya dike ku dibêje “em nerazî ne” û heta General Votel îro daxuyanî daye. General Volter dibêje ku “Ev êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dîqetê belav dike.” Ev ne tiştekî tam di cih de ye. Ev êrîş dîqetê belav nake; bi şêwazekî yekser piştevaniya DAÎŞ’ê dike. A niha DAÎŞ li binaniya Dêra Zorê kom bûye. Çima? QSD’ê hemle li ser pêş xistibû, bir û çû heya Bo Kemal û niha li wê derê xwe kom kirine. Erdogan ev êrîşa di Efrînê de destpê kir ji bo ew nefesê bistînin, bikaribin xwe komî ser hev bikin û wext qezenc bikin. Ji bo DAÎŞ bi temamî tesfiye nebe ev mudaxeleyek e, lê rayedarên Emerîka vê eşkere nabêjin. Belkî jî dizanin, berjewendiyê wan nahêle bibêjin. Lê tiştê niha dibe, eşkere piştevaniya DAÎŞ’ê ye.
YÊN LÊ TEMAŞE DIKIN, HEMÛ BERPIRSYAR IN
Di vir de em cardin siyaset û bêmerhametiya Modernîteya Kapîtalîst dibînin. Ji ber wan nakokiyên di navbera wana de, ji ber hesabkariyên di navbera xwe û Tirkiyê de vê êrîşkarî û destdirêjiya Tirkiyê ku bi şêwazek eşkere mafê mirovatiyê binpê dike, her kes li hemberî vê hinek gazincan dike, lê esas temaşe dikin. Ji bo wê van hemû hêzan di ber vê êrîşê de berpirsiyar in.
RÛSYA Û SÛRIYE WÊ KURDAN WINDA BIKIN
Bi taybetî Rûsya û dewleta Sûriyê, ger vê siyaseta xwe dewam bikin, divê bizanibin ku ne tenê yekîtiya Sûriyê winda dikin, heman demê wê gelê Kurd jî winda bikin. Gelê Kurd jî heya cihekê sebra xwe heye. Lazime her kes vê jî bizanibe. Ji ber ku gelê Kurd ne bêbijare ye, bijareyên xwe hene. Eger îro dixwazin Sûriyeke yekbûyî çêbibe û ji bo Sûriyeke yekbûyî ewqas li wê derê gelê me yê Rojava û gelê Bakurê Sûriyê têkoşînek dane, hêz ava kirine, pêşî li xeteriya li ser Sûriyê girtine, ev wateyeke xwe heye. Lê qîmet û rûmet nedin vê, wê çaxê ev gel bijareyên xwe yên din jî hene. Divê her kes vê jî bizanibe.
RÊXISTINBÛNA BI HÊZA XWE GIRÎNG E
Beriya her tiştî divê mirov vê bibêje; fikir û ramana Rêber APO cardin rastiya xwe îspat bû. Ev jî çi ye? Divê her neteweyek, her tevgerek li ser hêza xwe ya zatî xwe birêxistin bike. Dikare dîplomasiyê bimeşîne, têkiliyan ava bike, alîkariyê ji derve bigire, lê divê li ser hêza xwe ya cewherî be û pişta xwe nede kesî. Bi xwe têra xwe bike. Ev cardin îspat bû. Eger gelek wisa bi xwe ked bide, li ser hêza xwe ya cewherî tev bigere, bêguman wê ev bandora xwe li raya giştî jî bike. Jixwe niha wisa jî dibe. Piştevaniya raya giştî heye, ne xirab e. Cardin piştevaniya gelên herêmê cih bi cih xwe raber dike. Di serî de gelê Ereb ê Bakurê Sûriyê, piştevaniya wana li hemberî êrîşkariya dagirkeriya dewleta Tirk ji bo gelê Efrînê pir watedar e. Lê ya girîng, gelê me bi xwe ye. Gelê me, di serî de hemû gelê Rojavayê Kurdistanê jixwe di hundirê berxwedanekê de ne. Di serî de gelê Efrînê serkêşiyê dike, gelê li herêmên din jî bi gelek şêwazan cih girtiye û bi giştî berxwedaneke pir hêja û dîrokî dimeşînin.
EWROPA Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Li derve gelê me yê li Ewrûpa û gelê me yê Başûrê Kurdistanê bi rastî ji bo xwedî li berxwedana Efrînê derkevin fedakariyek mezin dikin. Niha serkêşiyê ew dikin. Ev berxwedana xwedîderketinê li Kurdistanê ruhekî neteweyî pêş xist. Cardin her kesî fêm kir ku Kurd bi xwe dostê xwe ne, dikarin li xwe xweyî derkevin, wisa dikarin dostên xwe yên esasî jî çêbikin û êdî divê yekîtiya xwe ya neteweyî hebin. Ev careke din derket holê. Ev heqîqetek e, lê her kiryareke wisa vê heqîqetê tîne rojevê.
KÊMASIYA BAKUR Û ROJHILAT
Beriya her tiştî kêmasî, ji parçeyê Kurdistanê yê mezin yanî girêdayî Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê mirov dikare qala kêmahiyan bike. Îro li Efrînê berxwedana dibe qedera gelê Kurd wê diyar bike, ya herêmê diyar bike. Bêguman divê gelên herêmê jî li hemberî vê bêdeng nemînin, lê divê gelê Kurd bizanibe ku ev ji bo wana jî tiştekî jiyanî ye, zext çiqas dibe bila bibe, zilm çiqas dibe bila bibe, lê divê mirov li hemberî vê berxwedana li Efrînê ya serdemê ya dîrokî ne temaşevan be. Mutleqa divê mirov li erka xwe jî xwedî derkeve û hinek tiştan bike. Di vî warî de ne ku hîç tiştek nebûye, tiştên bûyîn kêm in. Mesela, Bakurê Kurdistanê wisa fêr bûye ku tim talîmat werin, hinek kadro werin, kar bikin û çalakî pêş bixin. Yanî şêwazê jixweber li gel nîn e. Halbûkî divê jixweber di taxê de xelk, ciwan bigihin hev bi şêwazê korsan çalakvaniyê pêş bixin. Divê her kesek bi xwe însiyatîfek be, her kes bi xwe divê xwe berpirsiyar bibîne û ji xwe re bibêje ez divê hinek tiştan bikim. Bi vî awayî divê bi rê bikeve. Em dizanin zilmek heye, feqet li hemberî vê zilmê divê berxwedan jî hebe. Ma ne zilma herî mezin di sala 1988-90’an de hat kirin û ew berxwedana pîroz a destpêkê li Cizîrê û Nisêbînê bi rê ket, ew zilma dijmin çirandin. Serdemeke nû ya serhildanê li Kurdistanê vekir. A niha jî fedakariyeke wisa pêwîst e. Divê di aliyê pêşengê civakê de û di aliyê kesên di civakê de welatparêz ev heqîqet bê dîtin, wisa fedakariyek bê kirin. Ango divê serî bê kişandin. Her kes li her kesî dinêre û wisa bêdeng dimînin. Ev nayê qebûlkirin.
TESLÎMNEBÛN ÊDÎ TÊRÊ NAKE
Em dizanin gelê me li ser a xwe ye. Kesekî paşde neavêtiye. Li hemberî faşîzma AKP’ê kesî stûxwarî nekiriye, lê bêdengî jî ji faşîzmê re rê vekirine. Divê mirov bêdeng jî nemîne. Tenê xwe biparêzî, teslîm nebî roja îro têrê nake. Divê tu mutleqa çalakvaniyê pêş bixî. Li Bakurê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê ev pêwîst e. Bi taybetî Bakur, niha em dikevin demsala biharê. 8’ê Adarê, Newroz li pêş me heye. Guman heye ku bi vê wesîleyê ev bêdengiya li Bakur heye bê bihurandin. Hêvî wisa ye. Di vir de divê her kesekî welatparêz xwe berpirsiyar bibîne. Bêguman berpirsiyariya me jî tê de heye, berpirsiyariya rêveberiyê jî tê de heye. Eger ev civaka ku îro di vê astê bêrêxistin maye, yan jî sîstema faşîzmê gel paşde daye û li hemberî vê gel wekî tê xwestin nikare tev bigere, di vir de beriya her kesî em û kadroyên bi vê xebatê re berpirsiyar divê xwe berpirsiyar bibînin. Lê roj roja çalakvaniyê ye, roj roja kiryarê ye; ne roja nîqaş û gotinê ye. Divê her welatparêzek jî xwe berpirsiyar bibîne.
EGER EM KARIBIN SÎSTEMA ÎMRALIYÊ PARÇE BIKIN…
Beriya her tiştî divê mirov vê bibêje; çawa ku rejîma AKP-MHP’ê îro li Kurdistanê şîdetê û faşîzmê dimeşîne, heman tişt li zîndanan jî heye. Em dizanin ku niha li ser tevahî zîndanên Tirkiyê û Kurdistanê zextek giran heye û navenda vê zîndana Îmraliyê ye. Jixwe destpêkê ev sîstema êşkenceyê ya zexta psîkolojîk bi şêwazekî rêkûpêk li Îmraliyê lidar xistin, li ser Rêber APO û hevalên pê re xistin meriyetê û dûvre jî vê gav bi gav li zîndanên din belav dikin. Belkî heya niha li zîndanên din çiqas zext û zilm çêbûbe jî, hîn negihîştibe asta zîndana Îmraliyê. Ji ber ku bi rastî li zîndana Îmraliyê şêwazê tê meşandin şêwazek pir taybet û êşkenceyeke psîkolojîk û bi her babetî ye. Vê wisa pêl bi pêl êdî li zîndanan belav dikin. Eger me bikaribiya em sîstema Îmraliyê parçe bikin û ji holê rakin, wê îro ev zilm li zîndanan nebûya. Yanî roja îro ger zilm di zîndana Îmraliyê û zîndanên din de heye, berpirsiyariya vê aîdê me ye. Çima? Di wexta xwe de ger me amadekariyên pêwîst bikiran, bi şêwazên encamgir rêxistin û têkoşîn pêş bixista, hem di warê rêxistinî, gelêrî, çandî de û hem jî di warê leşkerî de, wekî tê xwestin bersiv bihata pêşxistin wê çaxê dijmin wê nekarîba wisa sîstema Îmraliyê dom bike û ev zilma niha li zîndanan dibe jî wê nekarîba pêş bixista. Ev mijareke girîng e. Ji bo me jî cihê rexne û rexnedanê ye. Ev heqîqetek e.
EM DIKARIN BIKIN, DERFETÊN ME HENE
Lê ev heye; em niha ketin salek nû û vê sala nû jî taybet bi berxwedana Efrînê rengê xwe girt. Wisa dixuye ku saleke pir girîng li pêş me heye. Tiştê me heya niha nekirî, em dikarin êdî bikin. Yanî şans û derfeta ku em wekî tê xwestin ji hêviyên Rêber APO, tevahî girtiyan û gelê xwe re bibin bersiv di vê sala pêş me de heye. Em jî di vê xisûsê de bibiryar in. Erê em rexne didin, lê ya girîng em dixwazin rol bilîzin, ev derfeta hatî afirandin di hundirê salê de mutleqa bi kar bînin û vê kêmahiyê biborînin.
Berî niha jî min anî ziman ku, ev sala em tê de bi berxwedana Efrînê em ketin salê û vê berxwedana Efrînê vaye bû 40 roj. Bi rastî dîrokek ava kir. Ji her kesekî re peyam şand. Berxwedana Efrînê zafera îradeya mirovatiyê ye. Li hemberî teknolojiya serdemê. Peyama dide girîng e. Ev tişt jî raber dike ku, sala pêş me wê li Kurdistanê saleke rengîn û girîng be, saleke pêngavên şoreşî yên mezin be.
DEWLETA TIRK WÊ LI EFRÎNÊ TÊK BIÇE
AKP-MHP’ê bi hevdû re îtifaq kirin. Bi esasî ev ne îtifaq e, AKP beşdarî fikir û ramana MHP’ê bû. Ji bo wê jî MHP hebûna xwe ya cuda bêwate bû, ew jî wisa bi rêxistinî beşdarî AKP’ê bû. Ev tê çi wateyê? Ji bo çi girîng e? Ji bo çi divê gelê me vê rast bibîne? Ji ber ku ev tê wateya ku îro di Tirkiyê de rêveberiyeke nijadperest, faşîst heye. Yanî ew AKP’ya berê ku xwe ji bo civakê xweşik raber dikir, heqîqeta xwe eşkere bû. Hele hele ji bo hinek Kurdan wisa xwe xweşik raber dikir û digot em dostê we ne, niha derket holê ku ew dijminê gelê Kurd e. Ma ne MHP’ê her kes nas dike, îro AKP bû MHP. Ji bo wê çi kesê ji xwe re dibêje ez Kurd im, pêwîste di nav vê rêxistina li dijî Kurd, faşîst û nijadperest de nemîne. Her yekî eslê xwe winda nekirî, xwe înkar nekirî divê êdî di nav wana de nemîne. Ji ber ku vana eşkere îro dijîtî û dijminatiya Kurd dikin. Divê hem ên heya niha bi AKP’ê re vê bizanin, êdî helwesta xwe raber bikin, yek jî gelê me yê welatparêz divê bizanibe ku ev sîstema di aliyê AKP û MHP’ê de hatî sazkirin îro li Efrînê di êrîşekê de ye. Eger em li her derekê li hemberî vê êrîşê bisekinin û vê êrîşê wana bixitimînin û bişkînin wê serketina gelan pêş bikeve. Hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo gelê Tirkiyê wê serdemeke nû ya demokratîk û azad bi rê bikeve. Û îro derfeta vê heye. Mirov dikare binê vê xet bike û bibêje; dagirkeriya Tirkiyê, jenosîda Tirkiyê wê di Efrînê de bin bikeve. Lê bes divê mirov vê binketinê misoger bike. Ji bo mirov misoger bike jî, divê li her derekê mirov tev bigere, hewl bide, fedakariya pêwîst çi dibe divê mirov wê fedakariyê bike. Berdêla xwe canê mirov be jî, mirov wî bide. Îro wisa li hemberî vê pêla faşîzma AKP-MHP’ê fedakariyeke wisa tê xwestin. Divê em vê raber bikin û vê firsenda dîrokî bi kar bînin û vê pêla faşîzmê bişkînin. Ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelan serdemek wisa pêşî vekin. Ya yekê ev pêwîst e.
EM BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN
Ciwanên gelê Kurd û yên Kurdistanê û xelkên herêmê divê bizanibin ku ev demek dîrokî ye. Sala nû ya em ketinê, ne wekî salên bihurî ne. Di têkoşîna me de serdemên pir girîng hene. Lê herhal ev sala ku bi berxwedan û serketina Efrînê destpê kir, wê sala herî girîng û dîrokî be. Di salek wisa de divê tu ciwanekî/e Kurd bê kar nemîne. Ciwan divê tevlî bibin. An li cihê lê dimîne tevlî xebata raperîn û serhildanê bibe, pêşî bikişînin, an jî divê tevlî refên gerîla bibin. Seferberiya ji bo Efrînê hatî îlankirin heye. Divê her ciwanekî/e Kurdistanî çi jin dibe çi zilam dibe, divê dilê xwe, çavê xwe li berxwedana Efrînê be û wisa li gel kelekelê bi rê bixe û tevgerê pêş bixe û tevlîbûneke wisa çêbike.
Banga min ji bo tevahî ciwan û jinên Kurdistanê, ku 8’ê Adarê jî nêzîk dibe; vê pêla azadbûnê û têkoşeriyê pêş bixin. Eger em vê serdema girîng bi berxwedanî û beşdarbûnê pêşwazî bikin wê zafer misoger a me be, zafer wê ya azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê û gelên herêmê be.”