Bi hezaran ciwan di nava berxwedana serdemê de çih digrin û li hemberî dewleta Tirk a faşist şer dikin. Piştî ciwanan platforma seferberiyê îlan kirin, bi hezaran ciwan tevlî nav berxwedana Efrîn bun.
EFRÎN – Li ser mîjara armanca platformê û pilansaziyê wê nuçegihana me li Efrînê hevdîtinek bi endamê platforma sefer beriyê Şahîn Cudî re kir.
Endamê platforma seferberiyê Şahîn Cudî, di destpêka axaftina xwe de wiha got. Ev demekî li Efrînê berxwedanêkî mezin tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker bi hemî hêza xwe bi tankên, topên û balafirên xwe û hemî teknîka xwe erîşê Efrînê dike.li hember van êrîşan ciwanên Efrînê gelê Efrînê û şervanên Efrînê berxwedanêkî dikin .
Cudî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku. Bi giştî tevgerên ciwanan ye bakurê suriyê her wiha giştî ciwanên Kurdistanê bi slogana ”ji bo Efrînê seferberî“ ev platform hat saz kirin.
Cudî axaftina xwe dewam kir û got hedef û armanca me ji seferberiyê ku em karê ciwana ye tevlîbuna berxwedana serdemê bi rêxistin bike û perspektîfê wê bidin. Li ser vî esasî ciwan biherîkin Efrînê û di nav berxwedanê de cih bigrin.Ji bo ku ciwan bikaribin baş rola xwe bilîzen pêwîste baş werin bi rêxistin kirin û ev îhtiyacê wê bi platformekê heye. Ev platform meqanîzmekî ji bo bi rêxistin kirina ciwana ye.
Şahîn cudî diyar kir ku plansaziya wan ya sereke ciwanan biherkînen ber Efrînê û li hember dagirkeriye serî hildin û li her derê welat ciwan di tevgerê de bin.
Di dawî ya axaftina xwe de Şahîn cudî bang li hemî ciwanan kir û got Şerê ku li Efrîn dibe şerê şerefê ye şerê namusê ye berxwedaniya rumetê ye.Li hember dagirkeriye helwesta mezîne. Di Efrînê de emê dijmen bin bixin û li ser vî esasî wê Efrîn bibe cihê serkeftinê.
Bila her ciwanekî bi şeref bi namus her ciwanekî azad bere xwe bide Efrînê. Efrîn cîhe azadiye yê ji ber li Efrîn dîrok tê nivîsandin û dîroka dijmin tê şewitandin.
Wê Efrîn bibê goristan ji dijmin re.