Bi hezaran welatiyên kurd li Almanya ji bo pişgirtiya berxwedana serdemê meşek bi heîbet li dar xist.
ALMANIYA – Îro welatiyên kurd li Almanya meşeke navendî li dar xistin. Bi hezaran welatî ji hemî bajarên Almanya berê xwe dan paîtexta Almanya Berlîn û nêzî 20 hezar kes li “Alîksanda Pilas” kum bu.
Bi sloganên “bijî berxedana Efrînê” meş dest pêkir. Di meşi de polîsên Alman êrîşî welatiyan kir. Lê ciwanan bersiva wan dan û xwe parastin. Di encam de du “2” ciwan hatin bin çavkirin. Lê jiber ku ciwanan li ber xwe da polîsên Alman mecbur man herdu ciwanan berdin.
Meş li pêşiya “bigend bukatua” sekinî. piştî welatî deqeke rêz girtin li ser giyanê şehîdên şoreşê sekinîn axaftin hatin gutin.
Axaftin li ser navê PYD, NAV-DEM û Partiya çep ya Alman hatin gutin. Axaftinan berxedana serdemê silav kir û êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser sivîlan şermezar kir.