Kordînasyona Yekîtiya Ciwanen Rojava (YCR) û Yekîtiya jinên Ciwan (YJC). Bi saya berxwedana şehîdên şerê gelê şoreşger li Efrînê wê pergala Îmralî hilweşe û azadiya Rêber APO mîsoger bibe.
QAMIŞLO – Kordînasyona (YCR) û (YJC) daxwiyanîek nivîskî weşand û bang li tevahî ciwanên Bakurê Suriye kir û got di 7’ê mehê de, dusibe bi girseyî berê xwe bidine Efrînê! Wekî mertalên zindî tevlî berxwedana serdemê bibin.
Daxwiyanî wha ye:
Ji tevahî ciwanên Bakurê Suriyê û gelê me yê welatparêz re.
Ev 45 rojin berxwedana Efrînê hemberî zilm, zordarî faşîzm û dagirkerî didome.
Ev 45 rojin gelê me yê qehreman bi pêşengtiya şervanên azadî YPG û YPJ’ê li beramberî êrîşên
herî dijwar û hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi lêhengî şer dikin û berxwedidin.
Çeteyên Erdoğan ên faşîst bi tank û top, teyare û keşf, talan û qetlîam projeya azadiya gelan
a Rojava û Bakurê Suriye hedef dikin. Van dijminên hov ji hêza gelan, ji vîna gelên
Kurdistanê ditirsin. Berxwedana Serdemê sîstema dagirkeriyê hejand û wê bibe sedema
hilweşandina wê jî.
Bi saya berxwedana şehîdên şerê gelê şoreşger li Efrînê wê pergala
Îmralî hilweşe û azadiya Rêber APO mîsoger bibe.
Berxwedana Efrînê heger gelên Bakurê Suriye tevahî mil bi mil û bi yek destî têkoşîn bikin
wê serbikeve. Ji ber vê çûyina Efrînê wekî mertalên zindî çalakiyekê pir girîng e, bi bandor
e û bi rûmet e.
Em li ser vî esasî bang li tevahî ciwanên Bakurê Suriye dikin, ji Dêrika
Hemko heta Miştenura Kobanê, ji Qamişloya rengîn heta Minbica gelan, ji Hesekê heta Girê
Spî, Dêra Zor û Reqaya azad di 7’ê mehê de, dusibe bi girseyî berê xwe bidine Efrînê! Wek
mertalên zindî em tevlî berxwedana serdemê bibin, bi rihê Avestan û Rêzanan em dagirkerî
perçe bikin û serî hildin.