8`ê Adara 2018` an jinên ciwan di nav êrîşên zilamsalarî û zayendperestî de têkoşîna xwe ya hebûn ê dimeşînin. Wek Jinên ciwan çewa ku her tim di berxwedan û serhildanê de li pêş bûn, êdî di her milî de têkoşînê xûrttir û mîsoger bikin.
Qamîşlo – Yekîtiya Jinen Ciwan ji bo 8’e adarê li Qamîşlo daxuyanî dan û bangawazî li hemû jinên ciwan kir ku berê xwe bidin Efrînê û di cîhên berxwedana serdemê de 8 ê adarê pêşwazî bikin.
Daxuyanî wiha ye:
Ji dîrokê heya niha di her demê de jin li hemberî aqlê zilam xwedî têkoşîn û berxwedan bû. gorî dema xwe Roza, Petra,Zîlan,Clara, Sara û herî dawî jî Avesta bûn pêşeng û jinên demê.
Ji Rozayan heta Sakîneyan, ji Petrayan hata Arîn Mîrkanan, ji Clara Zetkînan heta Avesta Xabûran ê ku têkoşîn kiriye em wan bibîr tênin û bejna xwe li hemberî wan ditewînîn.
Îro li Rojavayê Kurdistan û Bakûrî Suriyê êrîşên e ku di qewime li hemberî xeta azadiya jinê ye. Dijminê xwînxwar şoreşa ku bi jinê re pêşket qebul nekir û bi êrîşên hovane xwest bi Efrînê re jin ê jî bin bixe. Devleta tirk a dagirker ev 40 rojî bêtir bi berxedaniya Avesta ya ne şikand û her tim ji şervanên azadiye darbên mezin xwar.
Bi şoreşa rojava jin xwedî îrade bû û îro jî li Efrînê bi berxwedaniya Avesta û Barîna ê bi serkeve. Pîrozbahiya 8 ê adarê ê berxwedaniya Efrînê mezin û bi heybet bike.
8`ê Adara 2018` an em weke jinên ciwan di nav êrîşên zilamsalarî û zayendperestî de têkoşîna xwe ya hebûn ê dimeşînin. Wek Jinên ciwan çewa ku her tim di berxwedan û serhildanê de li pêş bûn, êdî di her milî de têkoşînê xûrttir û mîsoger bikin. Ji bo vê jî em dibejîn emê di riya Sara, Avesta û Barîn a de bin. Têkoşîna wan bi têkoşînê re geş bikin.
Em bangawazî li hemû jinên ciwan re dikin berê xwe bidin Efrînê û di cîhên berxwedana serdemê de 8 ê adarê pêşwazî bikin.