Bi pêşengtiya kongira star bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî bi meşeke girseyî 8,ê adarê Roja Jinê ya Cîhanî pîroz kirin.
GIRÊ SPÎ – Meş bi beşdariya jinên navçeyên Silûk û Eyn Îsayê yên girêdayî Kantona Girê Spî hat lidarxistin. Dirûşmeya meşê ʺBi berxwedana jina azad Efrîn bi ser dikeveʺ bû.
Jin bi cilên folklorî li çerxerêya Qefes a bajarê Girê Spî kom bûn û ber bi çerxerêya Elem ve meşiyan. Dayîkan dilîlandin û tevahî jinan alên Kongreya Star, TEV-DEMʹ, Saziya Malbatên Şehîdan, wêneyên Ocalan û têkoşerên azadiyê hildan.
Li çerxerêya Elem, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Rêveberiya Kongreya Star Ibtîsam Mihemed, Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Silûkê Dilşat Ismaîl, Endama PYDʹê Bêrîvan Muslim axivîn.
Axêveran roja 8ʹê Adarê li şervanên YPJʹê, Rêbertiyê û tevahî jinên cîhanê pîroz kirin. Her wiha diyar kirin ku şervanên YPJʹê di berxwedana li hember êrîşên dagirkeriya Tirk destanên lehengiyê dinivîsin.
Di berdewama axaftinan de hat zanîn ku jinên di hemû qadên siyasî, leşkerî û dîplomatîk de xwe birêxistin kiriye.
Meş bi dirşûmeyên ʺBijî Serok Apoʺ, ʺBijî berxwedana Serdemêʺ û ʺBijî berxwedana YPJʹêʺ bi dawî bû.