Bi pêşengtiya Yekîtiya jinên ciwan li Dêrikê bi boneya salvegera roja cîhanê ya jinê şahiyek hat li dar xistin.
DÊRIKÊ – Bi sedan jinên ciwan li navenda ciwanan ya şehîd Hawar ya dêrikê civiyan û ji bo 8,ê adarê şahiyek li dar xistin.
Jinên ciwan bi çilê kurdî tevlî vê şahiyê bun her wiha çihê şahiyê bi fotrafên şehîsan hat xemelandin.
Şahî bi çoşeke mezin û bi dîlanên kurdî hat li dar xistin.
Şahî bi daxwiyanîek bi dawî bu.
daxwiyanî wha ye:
Ji dayikên xwedî ked û jiên ciwan ye ku li beramberî zihniyetê şer dikin em wan silav dikin.
Destpêkê ji bo rewşa serokatî em xwe lê pirsîn bikin û rexne dayînekî xwedî li wê kedê derkeve bidin.
Em niha derbasî saleke nu bune jiber ku tijî qetilam û înfaz kirina li ser jinê tê wateya xerab kirina civakê.
Em vê yekê qebul nakin û hertim li beramberî wê şer bikin û serî ne tewînin.wekî her demê jin navê xwe di dîrokê de dinivîse û wki anha jî di heman demê de di berxwedana aserdemê de em şehîd Avêsta şehîd Barîn şehîd Amargî em wan bi bîr tînin û emê şopdarê wan bin.
Dema ku jin azad nebe civak jî azad nabe û ne bi wê be jî em nikarin şoreşa rojhilata navîn pêk bînen.jin di her demê de çiqasî pêşengtî jî dike tê tune kirin.
Lê dîsa jî emê muhra xwe li dîrokê bidin û em nahêlin zihniyeta zilam salarî destê xwe deîne ser xaka me û welatê me.
Dîroka jinê bi Axînan û Bêrîvanan û Hebunan dest pê kir û niha jî bi Rojînan agirê şoreşê tê geş kirin.
Emê hertim bêjin jin heqîqeta roja nu ye.roj bi roj jiyana cîhanê bi rometa jinê buhatir di be.Em sozdarê Arînan û Bêrîtana nin.
Em 8,ê adarê li giştî jinên cîhanê pîroz dikin û wê ev sal bibe sala azadiya jinê û di heman demê de wê bibe sala rizgar kirina Rêber APO ya fîzîkî.