çalakiya ciwanên Qamişlo”qada Cindêris” ya “7” rojan berdewamê û îro ket roja xwe ya “3” mîn.
Qamişlo – Yekîtiya Ciwanên Rojava di roja 3 mîn ji çalakiyên xwe de bi semînerên li ser berxwedana Efrîn berdewam kirin.
Ciwanên ku li pêşiya navenda şehîd Mezlom Bagok ya Yekîtiya Ciwanên Rojava kom dibin her roj agir vêdixen û sloganên bijî berxwedana Efrîn davêjin û 24 sat li wir nubet digrin.