NAVÊNDA NÛÇEYAN – Yekitiya Ciwanên Rojava û Yekitiya Jinên Ciwan daxwiyanî bi slogana “Çek bigre serî hilde newroz pîroz bike” ji bo berxwedana Efrînê û Newrozê dan.
Daxuiyanî wiha ye:
“Çek bigre serî hilde newroz pîroz bike
Ev demeke dewleta dagirker û faşîst şerekî ji bo dagirkirina Efrînê re hewl dide û bi vê re dixwaze bi gelê efrînê re tevahî kûrdistanê bindest bike. herî dawî jî li axa Başûrê Kûrdîstanê de dest bi êrîşên hovane kir. Armanca devleta tirk a dagirker ne tenê Bakûrê kûrdîstan giştî Kûrdistanê dixwaze dagir bike. li hemberî van êrîşan çewa di dîrokê de Kawayê Hemdem Mazlûm Doğan lî Kobanê Arîn Mirkan û li Efrînê Avesta Xabûr bersiv da û bun sembol bi rihê berxwedana van şehîdan re serî hilde û berxwedanê geş bikin,
Di dîrokê de newroz berxwedana kawayê hesinkar li hemberî dehak destpêkir û heya kawayê hemdem mazlum doxan hat. Îro jî bi rihe kawayan agirê newrozê geştir buye. Çirûskekî agirê newrozê îro li Efrînê geş dibe û tevahî kurdistane belav dibe.
Cejna vejînê bi gişti gelê azadîxwaz û şerker, gelê ku li Efrînê berxe didin û şervanên azadiyê ê ku li çeperên berxedanê de şer dikin û tevahi şehidan re pîroz dikin.
Cejna Vejîna Kurda NEWROZ, ê bi ciwan û jinên ciwan re bibe topekî agir û belav bibe. Ev topa agir bike ku vê dagirkeriye tune bike.
Her ciwanen Rojava û Bakure Suriye, bere xwe bide Efrînê agir geş bike, şer xweş bike û dijmin tune bike. Newroza îsal. bi berxwedana serdemê re pêşwazî bikin Dehakên wek Erdoxan û çeteyên wî li axa Kurdistanê de tune bike, werin çek bigrin serî hildin newroz pîroz bikin.
Em wek Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan bangawazî hemû ciwan û jinên ciwan ê Rojava û Bakurê Suriyê dikin; xwedî qadên ku ji bo piştgiriya Efrînê li bajarên we avabunê derkevîn, her bajarê xwe bi agirê newrozê û bi Berxwedana Serdemê re bi xemlînin.
Çek bigre, serî hilde, newroz pîroz bike !