Bi slogana “tenê berxwedan riya me ye” li Tirbe sipiyê bi tevlî bona sedan ciwan û gel meşek ji bo pişgirtiya Efrîn hat li dar xistin.
TIRBESPIYÊ – Bi pişengtiya kongra star û tevgera civaka demokratîk TV-DEM li bajarê tirbesipiyê meşek hat li dar xistin.
Meş di bin slogana “tenê berxwedan riya me ye” ji pêşiya navenda kongra star dest pê kir.
Di meşê de pankartên “kesê ku ji jiyanê hezbike wê ji bo wê tekoşîn bi ke” û “na ji bo dagir keriya tirka” her wha alên YPG -YPJ û fotrafên reberê gelan Abdulah Ocalan hatin rakirin.
Gel û ciwanan siloganên “bijî berxedana Efrîn” û “ardogan faşîst” avêtin û li kolanên bajêr geriyan.
Meş li pêşiya ekadimiya şehîd Çekdar rawestiya û bi deqeyek rêz kirtin li ser rihê şehîdên azadiyê dest pê kir.
Piştî wê axaftin hatin gotin li ser navê TEV-DEM Hisên Sara axaftin kir her wha li ser navê kongra star Munîfa Cima û li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Bêrîvan Murad axivî û gotin Îro di Efrîn de em ketin qonaxeke nu de. Bila gel bi van lîstokên dijmin neyên xapandin.
Eger dewleta tirk ketiye navenda bajarê Efrîn nayê wê wata ku Efrîn bi bin ket. ev tektîka mê ya nu di Eerîn de ye bla baweriya gel bi hêza me hebe.
Emê dewleta tirk li Efrîn têk bibin û Efrîn jêre bikin goristan.
piştî axaftinan meş bi sloganan bi dawî bo.