Newroz li Rojava /Bakûrê Suriyayê bi ruhê berxwedan û azadiyê hat pîrozkirin.
QAMIŞLO – Bi hezaran gelê bajarê Qamişlo bi diroşmeya “Berxwedana Efrînê newroza gelaye” newroz pîroz kirin.
Qada newrozê bi weneyên Rêberê gelan Abdulah Ocalan û şehîdên şoreşê her wha alên YPG û YPJ hat xemilandin.
Newroz bi agirê berxwedanê dest pê kir û bi çoş û muralekî mezin hat pîroz kirin.
piştî deqek rêz girtin li ser rihê şehîdan axaftin hatin gotin. Li ser navê Tevgera Civaka Demukratîk TEV-DEM Aldar Xelîl axivî û çejna newrozê li Rêberê gelan Abdulah Ocalan û şehîdên şoreşê û hemî helên kurd pîroz kir her wha hemî şervanên azadiyê ku îro di çeperên şer li dijî dagirkeriyê şer dikin silav kir.
Xelîl di axaftina xwe de êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser Efrînê dimeşîne şermezar kir û diyarkir ku divê li dijî dagirkeriyê berxwedan û têkoşîna gelan bê bilindkirin her wha destnîşankir ku berxwedan wê serkeftin û azadiyê bîne, dagirker û zordaran têk bibe.
Pîrozbahî bi muzîk û peyaman dom kir.