Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Dr. Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) di encama qezaya wesayitê de gihîşte şehadetê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/03/2018 - 12:45
di nav Daxuyanî, Jinên Ciwan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ: Dr. Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) di encama qezaya wesayitê de gihîşte şehadetê.
ParvekeTweet

YPJ’ê nasnameya şervana xwe Alina Sanchez (Lêgerîn Çiya) a ji Arjantînê ku li Hesekê şehîd bû eşkere kir û got, “Heval Lêgerîn her tim dixwest di eniyaa şer de cihê xwe bigire. Îsrar û daxwaza wê pir mezin bû. Di şert û mercên zor û zehmet de timî li gel hevalan bû.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî şehadeta şervana xwe Alina Sanchez (Dr. Lêgerîn Çiya) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Heqîqeta şoreşa gelan a ku li Bakurê Sûriyeyê bi hest û fikirên jinê afiriye roj bi roj ji bo hemû gelan bûye hêviyeke mezin. Her ku diçe şoreşa gelan di rastiya xwe de tovên xwe li her çar aliyê cîhanê direşîne. Şoreşa gelên Kurdistanê ne tenê ji bo gel û jinên Rojhilata Navîn, ji bo tevahî gelan û jinên cîhanê bûye çavkaniya heqîqeta jiyana azad wekhev ya ebedî.

Pergala kapîtalîst bi pêşengtiya hêzên desthilatdar îro weke cinawirekî lê hatiye û li ser gelan û jinên cîhanê bûye belayekî herî mezin. Îro ev pergala ku di cewherê xwe de talan, qirkirin, şer û kuştina jinan weke mafekî rewa dibîne di mirovahiyê de hêvî û bawerî lewaz kiriye û civak di nav pençên xwe de mûhkumî jiyana ji nirxên însanî û cîhana manewî dûr xistiye. Li hemberî vê rastiyê şoreşa Bakurê Sûriyeyê bûye hêvî, bawerî, têkoşîn, şerkirin, xwebûn û xwe parastina tevahî nirxên civakî, çandî, siyasî, exlaqî û polîtîk. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê, temsîla tevahî nirxên bi destê jin hatibû avakirin dike. Temsîla heqîqeta jina xwe ji pençê pergala mêrê serdest rizgar kirine dike. Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ya ku xwe bi reng û şêwaza jinan avakiriye temînata azadkirina neteweya jinê ye. Li ser vê bingehê jinên cîhanê berê xwe dan vê têkoşîn û şerê xwe parastinê.

https://www.youtube.com/watch?v=RQ7jKoym4Pw

Yek ji şoreşger, têkoşer û lêgerînera li rastiyê hevrêya me Dr. Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) di encama qezaya wesayitê de gihîşte şehadetê. Hevrê Lêgerîn ji welatê bi çanda şoreşgerî ava bûyî, ji cih û warê şoreşgerê mezin Che Guvera, ji welatê Latîn Amarîkayê Arjantînê berê xwe dabû şoreşa Rojava. Heval lêgerîn yek ji wan jinên ku di hest û ramanên xwe de azadî û wekheviya gelan kiribû yek. Heval Lêgerîn bi fedekariyên mezin, bi kedekî bê hed û hesap tevlî şoreşê bû û cihê xwe di dilê hemû jinên tekoşîvan de çêkir. Heval Lêgerîn weke navê xwe bû lêgerînvana heqîqeta însanê azad û ji Latin Amarikayê Arjantînê berê xwe da rojavayî Kurdistanê. Lêgerînên wê yên bê sînor ew berbi şoreşa jinê ve anî û bû yek ji rêhevala herî sadiq a gelan û hemû jinan.

Heval Lêgerîn çend sale cihê xwe di nav şoreşê de digirt. Di qada tendûristiyê de bi hezaran hevrêyên me ji şehadetê xilas kirin. Bi fedekariyek mezin, bi moral, coş û kelecanekî bilind hevalên birîndar derman dikirin. Heval Lêgerîn her tim dixwest di eniyaa şer de cihê xwe bigire. Îsrar û daxwaza wê pir mezin bû. Di şert û mercên zor û zehmet de timî li gel hevalan bû. kesayeteke bi rastî jî xwedî enerjiyek şoreşê yê pir mezin bû. Bi evîneke mezin di nav şoreşê de jiyan kir. Dilê wê bi heskirina Rêber APO û rêhevalan ve tijî bû. di tekoşînê de xwedî îsrarekî bi wate û di jiyanê de xwedî disiplînek şoreşgerî bû. Çiqas xizmet dikir xwe kêm dît û timî dixwest hîn zêdetir xisme bike.

Em weke hevrê , şervan û şopdarên rêya Hêlîn, Avaşîn û Lêgerînan dibêjin em ê heya dawî tekoşîna ji bo afrandina jiyaneke azad bidin. Ji bo em xwedî li nirxên van hevalên me yên şehîd ava kirine derên çi berdêl ji me tê xwestin bila werê xwestin em amade ne bidin. Em ji bo xeyal û hêviyên tevahî şehîdên di oxira avakirina şoreşa jinê de canê xwe fedar kirine pêk bînin em ê têbikoşin û li hemberî keleha zilmê, li hemberî pergala mêrê serdest, li hemberî dagikeriya ku qirkirina gelan û kuştina jina ji bo xwe kiriye armanc têbikoşin. Em ê bibin bersîv ji tevahî lêgerînên hevrêya heqîqetê heval Lêgerîn. Em carekî din soza tolhildanê dubare dikin û dibêjin wê Lêgerîn her jiyan bikin şehîd namirin.”

Nasnameya Şehîd Lêgerîn Çiya wiha ye:

Nasnav: Lêgerîn Çiya
Nav û Paşnav: Alîna Sanchez
Navê Dayikê:Patrica
Navê Bav: Rudolfo
Cîhê dayikbunê: Arjantîn 1986
Cîh û dema şehadetê: Hesekê 17-3-2018.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şemzînan “2” Leşker Hatin Kuştin

Nivîsa Pêş

Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê

Di 24’ê adarê de li çar aliyê cîhanê ji bo Efrînê em bikevin tevgerê

Yekîtiya Jinên Ciwan bi merasîmek bi heybet şehîd delîla oxir kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan bi merasîmek bi heybet şehîd delîla oxir kirin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.