Li Ängelholm (Swed) Newroz hate pîroz kirin. Endamên Ciwanên Azad ji di pîrozbahiyê de bi daxuyaniyekê ve bang dikin ku hemû ciwanên Kurd ji bo Rêberê Azadiyê û ji bo Kurdistanê rabin ser piyan û serî hildin.
ÄNGELHOLM – Ji bo pîrozbahiya Newrozê Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad Skåne daxuyaniyeke amade kirin.
Daxuyaniya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad Skåne wiha ye:
“Beriya her tiştî em şehîdên xwe yên Newrozê bi bîr tînin. Em gelê xwe ya fedakar a ku li hemberî zilma Dehakan li ber xwe dide, di şexsê Zekiye, Rehşan, Ronahî û Bêrîvanan de silav dikin. Agirê azadiyê bi pêşengtiya Rêber APO li Kurdistanê geş bû û îro roj bi roj bi pêşengtiya jin û ciwanan geştir dibe.
‘KAWAYÊ HESINKAR SEMBOLÊ BERXWEDANÊ YE’
Kawayê Hesinkar ê ku li hemberî pergala koledar a Dehaq berxweda, tola hezaran ya zilmê şikand. Agirê Kawa ku li çiyayan hate pêxistin, buye îfadekirina serfirazî û rizgariyê. Şehîd Mazlum Doğan bi rihê fedakarî çalakiya xwe li zindana Amedê di Newrozê de pêk anî û agirê Kawa li hemû Kurdistanê mezintir kir. Îro jî rejîma AKP-MHP-CHP şopdarê Dehaqê ne. Erdoğan û çeteyên xwe êrîşên tûnt li ser Kurdan pêk tînin.
‘WÊ CIWANÊN KURD BIBIN KABÛSA REJÎMA AKP-MHP-CHP’
Erdoğan û çeteyên wê, bi berxwedana Kobanê derbeke giran xwarin. Şoreşa Rojava bûye qeyrana rejîma AKP-MHP-CHP. Niha dixwazin bi êrîşên Efrînê Şoreşa Rojava bifetisînin. Em vê êrîşê weke êrîşekî hemberî felsefeya Rêberê Azadiyê Rêber APO û weke êrîşekî li dijî her aliyên Kurdistanê dinirxînin. Ciwanên Apoyî wê bi rihê berxwedanê serdemê bersivên herî mezin bidin. Li Kurdistanê û Ewropayê jî em ê bi dînamîzma ciwanan çalakiyên xwe bidomînin.
Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin, ku em bi hemû hêza xwe li dijî faşîzmê Serî Hildin.
Em dibêjin, ‘Duh zû, sibe dereng, îro dema wê ye’ Tevgerên ciwanên Kurd çawa ku di berxwedana Kobanê de bi rihê fedayî li ber xwe da, wê li Ewropa, Başûr, Rojhilat, Rojava, Mexmûr, Şengal û Bakûr bi rihê seferberiyê jî rabe ser piyan, xwedî li berxwedana serdemê derkeve û SERÎ HILDE.“