Bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demukratîk TEV-DEM Gelê bajarê Qamişlo di Roja Efrînê a Cîhanê de daketin qadan û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê şermezar kirin.
QAMIŞLO – Girseya gel li çerxerêya Sewami ya taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişlo kom bûn û pankartên ʺEm êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şermezar dikinʺ, ʺBijî berxwedana Efrînêʺ û alên YPG/YPJʹê, wêneyên şehîdên Efrînê û Rêberê gelan Abdullah Ocalan hildan.
Meş ber bi çerxerêya şehîdên navneteweyî ve herikî. Li çerxerêyê meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre Endama Kongreya Star Şeha Xelîl axivî û da zanîn ku ew îro derketine qadan da ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku ew axa welatê xwe terk nakin û wiha got, ʺEm asta têkoşîna xwe bilind bikin û welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.ʺ
Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû.