Rêxistinên ciwanan helwesta Serokê AKP’ê Tayyip Erdoğan a li dijî xwendekaran şermezar kir. Xwendekaran xwestin hevalên wan ên Zanîngeha Boğaziçi yên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Nûnerên Koma Fikrê ya Marksist (MFT), Kolektifa Xwendekaran, Kaldıraç, Ciwanên Demokrat ên Nû, Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Înisiyatifa xwendekaran helwesta Serokê AKP’ê Tayyip Erdoğan a li dijî xwendekaran şermezar kir. Xwendekaran xwestin hevalên wan ên Zanîngeha Boğaziçi yên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Nûnerên Rêxistinên Ciwanan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona komeleyê pankarta “Ciwanên sosyalîst wê bêdeng nebin, bila yên di bin çavan de serbest bên berdan” vekirin. Li ser navê Rêxistinên Ciwanan Xwendekarê Zanîngeha Boğaziçi û endama Koma Fikrê ya Marksîst (MFT) Tilbe Akan daxuyanî da. Akan, diyar kir ku AKP dixwaze hemû kesên muxalif bêdeng bike û li dijî wan operasyonan pêk tîne. Akan, anî ziman ku komek “faşîst” ji provokasyonên AKP’ê firsendê bi dest dixe û wiha got: “Divê her kes baş zanibe ku hevalên me yên hatin binçavkirin, li şûna dewlemend bibin û bibin xwedî kariyer, li dijî pergala xerabe têdikoşin. Ligel kedkar û kesên bindest têdikoşin. Zanîngeh her dem bûne qada fikrên azad û wê her dem bibin qada fikrên azad. AKP vê yekê qebûl nake. Xwendekarên sosyalîst heta niha li dijî hemû zextan serî netewandin û wê ji niha û şûnde jî serî netewînin.”
Akan, herî dawî xwest hevalên wan ên girtî serbest bê berdan û hikûmet dawî li van polîtikayên xwe bîne.