HPG’ê sê gerîlayên li Amedê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, sê gerîlayên wan li navçeya Pasûr a Amedê di şerê 29’ê Mijdarê de heta fîşeka dawî şer kirine û roja 30’ê Mijdarê şehîd bûne.

NAVENDA NÛÊEYAN – Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“Roja 28’ê Mijdara 2017’an artêşa TC a dagirker li herêma Şehîd Kawa ya navçeya Pasûr a Amedê bi yekîneyên xwe yên veşartî dest bi operasyonê kir. Ji ber vê operasyonê, roja 29’ê Mijdarê li nêzî gundê Textê yê navçeya Pasûrê, komeke ji hevalên me yên bi erka xwe radibûn li hêzên dijmin rast hat û şer derket. Şer du rojan dewam kir û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin, gelek jî birîndar bûn. Di dema şer de hevalê Bilal şehîd bû. Hevalên me Dijwar û Bahoz jî heta fîşeka dawî şer kirin û ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û bi rengekî fedayî şehîd bûn. Ji ber mercên giran ên şer û zivistanê, nasnameya her sê hevalên me yên bi fedayî şer kirin û şehîd bûn hê nû zelal bûn.

Nasnameya hevalê me yên şehîd bûne:

Nasnav: Bahoz Brûsk
Nav paşnav: İbrahim Alp
Cihê jidayikbûnê: İzmir
Dayik-Bav: Şükriye-Hüsnü
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Mijdara 2017 / Amed
Nasnav: Bilal Andok
Nav paşnav: Hamit Eren
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Menrule-Ferit
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Mijdara 2017 / Amed
Nasnav: Dijwar Doz
Nav paşnav: İbrahim Koluman
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Fehime – ..
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Mijdara 2017 / Amed

Hevalê me Bilal Andok li navçeya Pasur a Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de dest bi karê ji bo têkoşînê kir. Beriya tevlî nava refên gerîla bibe demeke dirêj li nava karê ciwanan xebitî û milîstî kir. Hevalê me Bilal ti carî xwe ji ber faşîzma Tirk venegirt û sala 2013’an bi rengekî çalak tevlî nava refên gerîla bû. Li her cihê lê xebitî bi ked û wêrekiya xwe hate naskirin û di her kêlî û firsendê de hewl da derbê li dijmin bixe. Her tim bi fedakariya xwe hate naskirin û bi kesayetiya xwe ya sade cihê xwe di nava hevalên xwe de girt. Şervanekî dilsozê têkoşînê bû.

Hevalê me Dijwar Doz, di demekê de ku dewleta TC a faşîst tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ’ê êrîş bir ser gelê Kurd, sala 2014’an tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevalê me Dijwar ku li nava kevneşopiya welatparêziyê mezin bû, ji kêliya destpêkê ve bi bîr û baweriya welatparêzî li dijî êrîşên li ser gelê Kurd her tim li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt. Heta kêliya ku şehîd bibe ji bo azadiya gelê me şer kir. Bi dilê xwe yê ciwan her tim ji me re bû mînak.

Hevalê me Bahoz Brûsk, li nava malbateke welatparêz a Mêrdînî li İzmirê ji dayik bû û li wir mezin bû. Tevî ku dûrî Kurdistanê bû, bi hestên welatparêzî yên malbata xwe mezin bû. Hevalê me Bahoz bi saya vê kevneşopiyê di emrekî ciwan de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Di demekê de ku faşîzma TC bi rengekî hovane êrîş dibir ser gelê me, mîna bi hezaran hevalên mîna xwe, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo pêşî li faşîzma li ser gelê me bigire dest bi têkoşînê kir. Heta kêliya dawî jî bi rengekî çalak tevlî refên têkoşînê bû û li dijî faşîzma TC bû yek ji hevrêyên me yê fedayiyê gelê xwe.”

Nivîsa Pêş