Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîş û sînor derbaskirina dewleta Tirk a ser Başûr rewa dît û got ku sedemên Tirkiyê yên derbaskirina sînorê Başûr hene.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan îro li Hewlêr der barê sîstema paşxistina mûçe, xwepêşandan û hinek mijarên din ên rojevê de daxuyaniyek dane çapemeniyê.
Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa rojnamegeran a der barê daxwazên mamostan, her wiha birîndarkirina xwepêşanderan helwesta wan çi ye? got ku ewê li dijî alozî û têkdana rewşa heyî hemû rêyan bikar bînin.
Her wiha Barzanî li ser êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî bê ku helwestek nîşa şehîdkirina welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve bide, got; “Me ji PKK’ê re gotiye ku em qebûl nakin li sînorê Herêma Kurdistanê dijî dewleta Tirk êrîş pêk bînin.”
Barzanî her wiha got ku sedemên Tirkiyê hene sînorê Başûr derbas dike û êrîşên Tirkiyê rewa nîşan dan.