Bi hezaran Ciwan, mamoste û karmendên başurê kurdistanê di roja 7’emîn de li dijî sîstema paşxistina mûçe/Ratib/ û desthilatê çalakiyên xwe berdewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Xwepêşandan Îro li bajarê Silêmanî, bajarokê Kifrî yê Germiyan, navçeya Ranya ya Silêmanî û navçeya Koye ya Hewlêr li qada bun.
Li bajarê Silêmanî xwepêşandana ciwanan, mamosteyan, karmend û polîsên parêzvanên Dadgeha Silêmanî li ber Dadgeha Silêmanî destpê kir.
Di xwepêşandanê de dirûşmeyên “Endazyarên talaniyê Barzanî û Talebanî”, “Birûxe diz, şirîkê diz”. qîr kirin.
Li bajarokê Kifrî yê girêdayî herêma Germiyan li ber Dibistana Qereoglan ciwan kom bûn û dirûşmeyên “Diz, diz desthilat ka dehata welat”, “belê ji bo boykot, nexêr ji bo şikandin” qîr kirin.
Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê jî xwepêşandanek berfireh heye û di xwepêşandanê de dirûşmeyên “diz diz desthilat”,”ey hikûmeta qumarcî, te pereyê neftê daye bi çi?’ û dirûşmên dijî sîstema nîv mûçe qîr kirin.
Nerazîbûn û xwepêşandana ciwanan, mamosteyan û karmenda li dijî sîstema paşxistina mûçe û daxwaz dikin ku mûçe dema xwe de were dayîn. Her wiha daxwaza guhertina desthilatê dikin.