Şervanên YPG û YPJ li navenda bajarê Efrînê li dijî dwleta tirk a dagirker û çeteyê wê çalakiyek pêk anîn û 12 serbazên dewleta dagirker hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Di çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) îro danê sibehê du çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê li dar xistin. Di encamê de 12 çete hatin kuştin.
Çalakiya yekemîn a şervanan li dijî navendeke çeteyên Lîwa El-Fetih a ku Moro Qelender serçeteyê wê ye li taxa El-Mehmûdiyê hat kirin. Di encamê de 9 çete hatin kuştin.
Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate kirin. Li wir jî 3 çete hatin kuştin.”