Bi dirûşmeya “Ciwan pêşengên guhertina ber bi Sûriya pêşerojê ve ye” Peymangeha Ciwanan a Zanistên perwerdehî dewreya perwerdeyê ya 4‘emîn hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Peymangeha Ciwanan a Zanistên Perwerdeyî, bi beşdarbûna 35 ciwanên ji Reqaya dewreya perwerdeyê ya 4‘emîn ya bîrdozî da destpêkirin û pîşeyî.
Peymamgeha Ciwanan a Zanistên Perwerdeyî di 15‘ê Hizêrana 2017‘an de ji aliyê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ve hate vekirin. Armanca vekirina peymangehê pêşxisitna hişmendiya ciwanan da ku rola bi awayekî çalakî di civakê de bilîzin.
Di perwerdeyan de, dersên li ser “Dîroka Sûriyê, dîroka jin, rexne û rexnedayîn, şêwaz û xîtabet, girîngiya perwerdeyê, dersên girêdayî kombuyet û ragihand ” têne dayîn.
Rêvebera peyamangehê Rûken Reqa, diyar kir ku armanca peyamangehê pêşxistina hişmendiya ciwanan da ku karibin bi awayekî çalakî rola xwe di civakê de bilîzin.
Yek ji endamên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûne bi navê Rewşen Mihemed anî ziman ku armanca wê ji tevlîbûna perwerdeyê asta xwe ya zanebûnê pêş bixîne.
Rewşen diyar kir ku di destpêka perwerdeyê de wê astengî dikişandin, paşê derbas kirin.
Rewşen Mihemed bang li ciwanan ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin û di civakê de çalak bin.