Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ya Meclîsa Şengalê ye Derveyî Welat /MŞD/ li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya xwe ya 1’emîn li dar xist. Endamên Hevgirtina Ciwanên Êzidxan jî di kongreyê de amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û azadiyê dest pê kir. Hevserokê MŞD’ê Fîkret Îgrek piştî hilbijartina dîwanê axivî bal kişandin ser rêxistinbûna ciwanan. Îgrek diyar kir ku divê ciwan li ser parastina nasname, ol û neteweya xwe bisekinin.
Hevserokê MŞD’ê Fîkrek Îgrek her wiha diyar kir ku rewşa niha ya Êzidiyan ji dema beriya fermanê baştir e û got “Civaka me ya Êzidî li Şengalê êdî xwedî îrade û biryar e. Gelê me li ser paradîgmaya demokrasiya konfederal xwe bi rêxistin kiriye û ew ê nehêle ku careke din ferman lê rabe.”
Îgrek bal kişand ser vî tiştî ku bersiva herî xurt a ji bo dijmin ev e ku, ciwan divê ji bo jiyan û Êzidxaneyeke azad xwe bi rêxistin bikin.
Di kongreyê de 17 kes ji bo rêveberiyê, 2 kes ji bo berdevkiyê hatin hilbijartin. Di kongreyê de 5 komîsyon jî hatin avakirin.