Bi boneya rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi hezaran Ciwan’ jinên Ciwan û şîneyên kantona kobanê herêma Firatê bi şahiyekê pîroz kirin.
KOBANÊ – Bi hezaran Ciwan û gel li gondê Elberlûrê yê kantona kobanê kom bûn û rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin.
Piştî girseya gel li pêşiya mala ku serokatî lê jiyan kiribu kom bun deqeyek rêz girtin li ser rihê şehîdên azadiyê rawestiyan.
Piştî rêzgirtinê Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Hêlîn Haçim axivî û got ku rojbûna Ocalan rojbûna jiyanek nû ye. Serok APO bi felsefa xwe Rojhilata navîn gûhert.
piştî axaftinê komên ku beşdarî pîrozbahiyê bibûn dîlan’hûner û helbest pêşkeş kirin. piştî wê Hevserokê Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û got ku berxedana serdemê berdewamiya berxwedana kobanê ye û ev berxwedanî bi fikir û felsefa rêberê cîhaê rêber Ocalan biserdikevê.
Pîrozbahî bi dîlangirtinê bi dawî bû.