Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hovîtî û dijminahiya Kurd de sînoran nasnake 45 ciwanên Kurd ên Efrînî revandin û çarenûsa wan ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeyeke ajansa ANHA’yê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4ʹê Nîsanê 45 ciwanên Kurd ên ji Kantona Efrînê bi bihaneya têkîliya bi YPGʹê re revandiye.
Li gorî heman nûçeyê tu têkîliya ciwanên hatine revandin bi YPGʹê nîne.
Têgotin ku ji ber wan ciwanan li hember dagirkeriya Tirk rabûne û wana qebûl nekirine hatine revandin.
Beriya du rojan jî çeteyên dewleta Tirk welatiyê temen mezin ê 65 salî yê bi navê Bîlal Hemo bû sûc û sedem serjê kiribûn.