Di çarçoveya hemleya SERÎ HILDE de û ji bo çalakiyên 7’ê nîsanê yên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her wiha êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrînê Kordînasyona Ciwanên azad daxuyaniyek nivîskî weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN – Kordînasyonê di daxuyaniya xwe de got ku ev çalakî wê bi pêşengtiya ciwanan eb. Kordînasyonê got “Li dijî faşîzmê, li dijî dagirkeriyê SERÎ HILDE.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku roja 7’ê Nîsanê wê bi organîzeya ciwanên Kurd li welatên Ewropayê, Awûstralya, Afrîka, Japonya û Kanadayê çalakî werin lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin. Koordînasyona Ciwanên Azad işaret bi siyaseta welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî hikumeta Elman a dij bi Kurdan kir û ji her kesî xwest ku biçin Navenda Kurd a Demokratîk a li Hannoverê ku polîsan avêtin ser û polîtîkayên dewleta Tirk şermezar bikin.
‘ELMANYA BÛYE LINGÊ EWROPAYÊ YÊ POLÎTÎKAYA QEDEXEKAR A DEWLETA TIRK’
Koordînasyonê destnîşan kir ku Kurdistan û gelemperiya cîhanê xwedî li berxwedana dîrokî ya li Efrînê derketiye û hate gotin, “Berxwedana YPG/YPJ’ê ya li dijî talan û dagirkeriya dewleta Tirk a barbar û faşîst, her kesên ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ xistiye nava liv û tevgerê. Têkoşîna li Efrînê weke şerê xwe yê nirxên mirovahiyê dîtin. Hemû gelên bindest, şoreşger û demokrat daketin qadan û dengê berxwedana li dijî faşîzmê bilind kirin. Li aliyê din, dewleta Elman a ku xwedî têkiliyên qirêj ên berjewendîparêz e, bû lingê polîtîkayên qedexekar û êrîşkar ên dewleta Tirk a faşîst li Ewropayê. Qîma xwe bi desteka çekan a ji bo dewlet Tirk û çeteyên wê nîne û êrîşî Rêber Apo ku îradeya gelê Kurd e û saziyên Kurdan dike. Avêt ser navenda gel a li Hannoverê. Dewleta Elman bi vê kiryara xwe careke din rûyê xwe yê faşîst nîşan da.”
‘7’Ê NÎSANÊ EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SERÎ HILDIN Û DAKEVIN QADAN’
Koordînasyona Ciwanên Azad da xuyakirin ku tevî Elmanyayê gelek welatên din ên Ewropayê bi erêkirina dagirkirina Efrînê re helwesta xwe nîşan dan û herî dawî got, “Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jî pêwendiya xwe yekser bi dagirkirina Efrînê heye. CPT jî di vê mijarê de xizmetê ji faşîzma TC re dike. Divê were zanîn ku tevgera ciwanan wê li pêşberî êrîşên CPT û delweta Elman a faşîst ên li dijî Rêber Apo bêdeng nemîne. Rêbe Apo ji bo gelê Kurd, gelên cîhanê û ciwanan, felsefeya jiyanê ye. Li dijî van êrîşên li ser Rêber Apo, ciwan wê 7’ê Nîsanê li her cihî bi şiyara SERÎ HILDE dakevin qadan. Em careke din bang li hemû ciwanan dikin ku dakevin qadan û dibêjin; ji bo azadiya Rêber Apo, ‘li dijî faşîzmê, li dijî dagirkeriyê SERÎ HILDE’.”