Ciwanekî Filistînê roja îna derbasbûyî tevlî Meşa Vegera Mezin a ku li hemû parêzgehên Xezayê hate lidarxisitn bû, birîndar bû û di encama wê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha tê gotin ku şandeyek ji Misirê bi armanca nîqaşkirina bidawîkirina kiriyarên Îsraîlê li ser gelê Filistînê, wê serdana Xezayê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî ku ajansa ANHA ragıhand ku ciwanê bi navê Sayir Melka (30) îro di saetên sibê de di encama birîna xwe de ku di roja îna derbasbûyî di serê xwe de li rojhilatî çiyayê Cebaliya bakurê Xezayê dema ku tevlî Meşa Vegera Mezin bû birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên Filistînê, şandeyeke ji Misrê wê di nava çend rojan de wê bi bi armanca ku di demên pêş de rewşa Xezayê nîqaş bikin serdana Xezayê bikin û bi taybet piştî banga Misirê li Filistîn û Îsraîlê ku xwe ragirin.
Her wiha Serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî tekez kir ku ew ê dosya lihevkirina Filistînê bi xwe bişopînê û derfet nade tu kesî ku bi dosya li ser masê bilîze. Li gorî El-Sîsî diyar kir ev lihevkirin wê li ser herdû aliyan were ferzkirin û ne li gorî daxwazan pêk were