Em di pêvajoyeke pir hesas de derbas dibin û bi taybet civaka Êzîdî. Civaka Êzîdî gihiştiye astekê ku dikare xwe biparêze û çawa yekîtiya xwe ava bike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Endama konseya serokatiya giştî ya KCK Sozdar Avêsta li ser vekişandina gerîlayên HPG’ê û YJA star’ê ji Şingalê axivî û wiha got: Dema ku mirov li ciwanên Êzîdî mêze dike bê çawa li pêşiya wesayîtan digirtin û digotin em naxwazin gerîla biçe, ev tiştekî pir watedare. Ji bo vê yekê pêwîste ciwan bi vê zanebûnê axa xwe biparêzin, xwe avabikin û civaka xwe biparêzin û cihê xwe di nava hêzên parastinê de bigrin.
Avêsta rojbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: Divê di serî de gelê kurd li her çar parçê Kurdistanê ji bo Rêber APO tekoşîn bikin û li dijî faşîzmê serî hildin. Ev sal wê bibe sala berxwedaniya bê navber a li hember faşizmê.
Avêsta axaftinên xwe berdewam dike û wiha dibêje: Dema ku çeteyên Daîş’ê êrîşî Şengalê kirin gerîlayên HPG’ê û YJA star’ê bi qehremantî di demek ku civaka Êzîdî bi tenê li hember qirkirin hat hiştin de, gerîla mudaxele kir û civaka Êzîdî parast û bingehekî felsefî jê re avakir.
Avêsta ji bo vekişandina gerîla wiha dibêje: Vekişandina gerîla ji Şengalê bi qehremantî bû, ji ber wê bila gelê Êzîdî bi rengekî bê moral nêzî vî tiştî nebe. em ti carî gelê xwe yê Êzîdî bi tenê nahêlin û hertim emê amade bin dema pêwîstî hebe emê gelê xwe biparêzin.
Sozdar Avêsta di dawiya axaftinên xwe de wiha dibêje: Rondikên çavên dayik, jin, zarok û ciwanên Êzîdî diyar kirin ku çiqas îrade û israr heye û gel rastiya xwe nas kiriye û tecrûbeyek bingehîn ji gerîla girtiye ku dikare li hember qirkirin û fermana xwe biparêze.
Ciwanên Êzîdî yên ku dema gerîla derket û pêşiya wesayitan girtin û gotin em naxwazin gerîla biçe divê bi vê hişmendiyê xaka xwe biparêzin. Divê xwedî li keda xwe ya 4 salan derkevin û bi qehremantî li hember dijminê xwe bisekinin. xwe biparêzin, pêşengtî bikin, xwe tevlî nava hêzên parastinê bikin û cih têde bigrin.