Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû aûayî êrîşên xwe li ser gelê kurd dide meşandin. Êrîşî gund û bajarên kurdan dike û sivîlan hedef digre.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ev demek êrîşê xwe li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin û heta niha nêzî 10 gund dagir kiriye.
Ji ber van êrîşên hovane 120 malbat neçar manê ku koçber bibin û gundê xwe berdin.
Artêşa Tirk ya dagirker heta niha 25 kîlometran ketiye xaka Başûrê Kurdistanê û gundên ( Nîzarê-Gureşan-Alekan-Sîran-Xelîfan-Lêlkan-Binewanok û Bermîza) yên girêday bajarokê Sîdikanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve. dewleta Tirk di van gundan de bargehê xwe ava dike û alê xwe ji li ser radike.
Têkildarê mijara dagirkirina gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û di civîneke çapemeniyê de sekretêrê giştî yê wezareta pêşmerge Gabar Yawer dema pirs li ser dagirkirina gûndê Bermîza hat kirin û dewlta Tirk xwe lê biçih kiriye û ala xwe li gûnd rakiriye got ku hayê wî jê nîne û tû agahiyê wî tûneye.
Welatiyên gûndên ku dewleta Tirk êrîşên xwe li ser dide meşandin û dagirkiriye nerazîbûna xwe didin nîşandan û bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku bila xaka wan nefiroşin.