Ciwanên Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê her wiha bê dengiya hikometa Başûr li hember van êrîşan şermezar kir û wiha gotin: Berzanî êrîşên li ser Başûr mafdar dît. Helwesta Serokê hikûmetê weke endamekî Tirkiya faşîst bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan Ciwan li Baxçeyê Qeleya Kerkûkê kombûn û bi daxuyaniyekê dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê ciwanê bi navê Hisên Sebah ve hat xwendin wiha dibêje:
Weke tê dîtin Artêşa Tirk a dagirker sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye û dixwaze li Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî lidar bixe.
Derbaskirina sînor ne bi armanca şerê li dijî PKK’ê ye, bi hinceta PKK’ê dixwaze xaka Herêma Kurdistanê hemûyê dagir bikin. Lê li dijî vê dagirkeriyê hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê bê helwestin.”
Berzanî êrîşên li ser Başûr mafdar dît. Helwesta Serokê hikûmetê weke endamekî Tirkiya faşîst bû. Ji bo wê jî em weke ciwanên Kerkûkê vê helwesta ne exlaqî bi tundî şermezar dikin. Ji serokê hikûmetê re dibêjin ku ji bo xatirê jiyana xwe wisan nêzî nirxên pîroz ên gelê me nebin.
Dewleta Tirk û Erdogan dixwazin Împaratoryeta Osmanî ava bikin. Lê divê baş bê zanîn di vê serdemê de dewletek din a weke Împaratoryeta Osmanî wê ava nebe û emê tu carî destûr ê nedin vê yekê .”