Îro li bajarê Qamişlo li navenda çand û huner ya Mihemed Şêxo bi boneya rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan semînerek ji aliyê Kongra Star ve hat dayîn.
QAMIŞLO – Semîner bi tevlîbuna sedan şênîyên Qamişlo ve hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtinê hat despêkirin. Axaftina vekirinê jî aliyê berdevkê qada perwerdê Semîre Hecî Elî ve hat despêkirin.
Semîre di vekirina axaftina xwe de bal kişand li ser Rojbuna Rêberê Gelan Rêber Apo,rojbuna Rêber Apo rojbuna gelê bin dest û azadî xwaz e.Dijmin xwest bi girtina Rêber Apo hemû gelê Kurd tûne bike,lê bi felsefe û paradigmaya Rêber Apo hişt kû gelê Kurd ser piya bisekine û hem jî gelê Kurd heya dawî li pey Rêberê xwe bisekine.
Her wiha da diyar kir kû êrîşa kû li ser Efrîn ê berdewamiya komploya li ser Rêbertiye,lê belê hemû komployên navdewlety bi berxwedana Rêber Apo vala hat derxistin.çawa ku em niha dibînin li rojavayê kurdistanê şoreşek tê meşandin serkeşiya vê şoreşê jin û ciwan dikin û wê ev şoreş bibe şoreşa gelan jiber ku ev şoreş ne tenê gelê kurd xwe dinavde digre hemu gelên weke kurd ereb suryan dinava vê şoreşê de cih digre.
Semîre di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman jiber ku Rêber APO ne tenê ji bo gelê kurd tekoşîn dike di heman demê de ji bo hemû gelên bindest û azadi xwaz tekoşinê dike.Ji bo wê em niha dibînin ji gelek netewên cuda tên cihên xwe dinava vê şoreşê de digrin.
Bi saya Rêber Apo niha hemû gelan xwe naskirye û ji bo azadiya xwe têdikoşe bi taybet di fikir û felsefeya Rêber Apo de jin û ciwan hertim li pêşe.
Semire di dawiya axaftina xwe de got: emê wek jin û ciwan heyanî azadiya Rêberê xwe têbikoşin jibe rku azadiya Rêber APO azadiya jinan e azadiya tevayi gelên azadi xwaz e.
Delila berdevkê kongra star a bajarê qamişlo jî wiha anî ziman.
Rêber APO ji bo me gelek tekoşin dide meşandin ji bo wê divê bi taybet em wek hereketa jin xwedi li fikir û felsefeya Rêber Apo derbikevin hatina Serok Apo a dinyayê bi sê merhelan dest pê dike serok Apo di temenê zarokatiya xwede dest bi tekoşinê dike.û heya anha berdewame û wê heya dewıyê ji bo azadî û tekoşîna gelên bindest û azadî xwaz tebikoşe.
Ji bo wê jî divê em heyanî azadiya Rêberê xwe şev û roj dinava çalakiyandebin da ku em bigihin azadî û mafê xwe. Seminer bi siloganên “bê serok jiyan nabe” .”azadiya Serok azadiya me ye”.” jin jiyan azadî” bi dawi bu.