Êzidiyên ku di sala 2014’an de ji ber êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê neçar man koçê herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê bikin, dixwazin vegerin Şengalê lê, ji aliyê asayişa Zaxoyê ve tên astengkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Êzidiyên ku ji ber fermana di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hate serê wan neçar man ku ji cih û warê xwe bibin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê niha dixwazin vegerên Şengalê lê, asayişa kampa Bacîd Kendal a girêdayî asayişa Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê asteng dike.
Çavkaniyeke ji nava wargehê ya bi navê X.A ku ji ber sedema ewlekariyê nexwest navê wê were dayîn diyar kir ku êdî gelek malbatên li kampa Bacîd Kendal dixwazin vegerin Şengalê lê, asayişa wargehê ku girêdayî asayişa Zaxoyê ye bi bahaneya ku Şengal ne ewleye destûrê nadin gel vegerin ser malên xwe.
Heman çavkaniyê X.A destnîşankir ku asayişa Bacîd Kendal ji wan dixwaze ku derkevin ragihandinên wan û bêjin, heya pêşmerge venegere Şengalê em venagerin.
Heman çavkaniya ji nava wargehê ragihandiye diyar kir ku di van demên dawiyê de hejmara endamên asayişa wargehê hatiye zêdekirin û bêyku kesek tawan kiribe binçav dikin û heta êşkence dikin.
Çavkaniyê her diyar kir ku wargeh êdî ji bo wan bûye weke girtîgeheke taybet û nikarin pirsgirêkên ku dijîn derxînin derve.