Li gorî rapora dadgeha Europa ya mafê mirovan ya sala 2018 an diyar kir ku Dewleta Tirk û Rûsya yê herdû dewletên sereke yê ku biryarên ji dadgeha mafê mirovan derdikevin pêk naynin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rapora ku li Strasborgê belav kirin diyar kir ku di sala 2018 an de Rûsya dewleta yekem û Turkiya ya dûyem ye ku biryarên mafê mirovan pêk naynin.
Raporê diyar kir ku Rûsya 2000 biryar yê dadgeha mafê mirovan pêk ne aniye û ev dihêle ku Rûsya di asta yekem de ku van biryaran pêk nayne. Her wiha turkiyê zêdetirî 1500 biryar pêk ne anîne û ev diyar dike ku turkiyê di asta dûyem de be piştî Rûsya.
Her wiha raporê diyar kir ku Rûsya jiber ne pêk anîna van biryaran 16.6 milîon yoro pereyê ku lê diketin dan û di virde jî Rosya di asta yekem de bû. Her wiha Turkiyê 11.6 milîon yoro dan di virde Turkiyê ket asta dûyem.