YPG û YPJ’ê li çeteyan xistin. 3 çete kuştin

 Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di encama çalakiya şervanên YPG û YOJ’ê de ya li nafçeya Şera 3 çete hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanên YPG û YPJ`ê li dijî çeteyên dewleta Tirk li derdora Kela Nebî Hûrî ya Şera çalakiyek lidar xistin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, herî kêm 2 çete jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê dane, duh piştî nîvro, şervanên YPG û YPJ`ê li derdora Kela Nebî Hûrî ya girêdayî navçeya Şera çalakiyek bi bandor li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker lidar xistin.

Di encama çalakiyê de, erebeyeke çeteyan hate derbkirin û 3 çeteyên têde hatin kuştin. Herwiha herî kêm 2 çete jî birîndar bûn.

 

Nivîsa Pêş