Jineke ciwan a Êzidî ku li wargeha Xankê ya Dihokê dijî, destpêkê winda bû û duh jî cenazeyê wê li Behrava Xankê hate dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina ciwan a Êzidî Necat Berces ya ji Xanesora Şengalêyê û ji ber êrîşên DAIŞ’ê ya 2014’an neçar man ku koçeê herêmên din yên Başûrê Kurdistanê bikin ev 3 roj bû hatibû revandin. Piştî lêgerîna 3 rojan kuştî hate dîtin.
Necat Berces ji bajaroka Xanesorê ya Şengalêye û di dema êrîşên DAIŞ’ê yên di sala 2014’an de koçê parêzgeha Dihokê dike. Nişteciha Kampa Xankêye. Berê niha 3 rojan di carekî de winda dibe û tevî hemû lêgerîna malbata wê jî nayê dîtin.
Piştî 3 rojan duh li Behrava Xankê ya ser bi Dihokê kuştî hate dîtin.
Têkildarî sedema qetilkirina wê ti agahiyek ne hatiye bidestxistin û lêkolîna polîsên Dihokê ya derbarê bûyerê de dewam dike.