Polîsan li Enqereyê bi ser malên endam û rêveberên EMEP û FKF’ê de girtin û gelek kes binçav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Polîsan serê sibê bi ser mala Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) yê Enqereyê Rustem Kahraman û rêveberê EMEP’ê yê Navçeya Yenimahalle Ozlem Boyraz Ozel de girtin. Polîsan piştî li mala rêveberan lêgerîn kir Karaman û Ozel binçavkirin. Hat zanîn ku ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.
Polisan bi ser malên endamên Federasyona Klubên Fîkrê (FKF) de jî girtin û 5 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan bi hinceta parvekirinên medya civakî bi ser malen endamên FKF’ê de girtine. Polîsan endama MYK ya FKF’ê Deniz Aydin jî di navde 5 kes binçav kirin.