Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibin. Karasû got, baregehên nû ji bo êrîşan têne çêkirin û anî ziman, êrîş ji aliyê Konsolosxaneya li Hewlêrê ve tê birêvebirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûstafa Karasû di gotara xwe ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de hewldanên dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve û liv û tevgera leşkerî ya zêde bûye nivîsî û diyar kir ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê Konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê ve tê birêve birin.
Karasû destnîşan kir ku heta desthilatdariya faşîst bişikê ev êrîş wê dewam bikin û got, ji ber ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê li dijî gef û şantajên dewleta Tirk helwesteke hevgirtî nîşan nadin, faşîzma AKP-MHP’ê her roj dibêje wê êrîşî filan û bêvan cihî bike.
Karasû ragihand, êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê hem ji ber dijminatiya li Kurdan e, hem jî ji bo parastina desthilatdariya xwe ye û ragihand, armanca qirkirinê ya dewleta Tirk û karaktera faşîst a AKP-MHP’ê nîşan didin ku ev êrîş wê ji niha û pê ve jî dewam bikin.
Karasû got, “Heta ku ev desthilatdariya faşîst li pêşberî berxwedanê bişikê, wê êrîşên xwe bidomîne. Lewma erk û wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ew e ku berxwedana li dijî vê desthilatdariyê geş bikin û desthilatdariya faşîst bişikînin.”
‘Êrîşên dagirkeriyê wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav bibin’
Mûstafa Karasû da xuyakirin, faşîzma AKP-MHP’ê dema dawî hem êrîşî qadên gerîla dike, hem jî ji bo dagirkirinê ji sînor derbasî nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibe. Karasû got, “Xuya ye dewleta Tirk wê şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike. Ji xwe 15-20 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hene. Bi êrîş û hewldanên xwe yên dagirkeriyê re dixwaze hejmara baregehên xwe zêde bike. Ev yek nîşan dide ku şerê sala 2018’an wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê belav bibe.”
‘Rewşa beriya sala 1998’an tîne bîra mirovan’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku artêşa Tirk rojên dawî êrîşên xwe yên li ser qadên Deşta Heyatê û Deşta Hertê yên li herêma Bradostê zêde kiriye û wiha dewam kir: “Ev herêmên ku êrîş lê tên kirin nêzî wan herêman e ku hêzên siyasî û leşkerî yên PDK’ê lê ne. Balkêş e ku PDK dengê xwe li van êrîşan nake. Berê jî dewleta Tirk êrîş biribû ser van herêman. Ev êrîş beriya sala 1998’an bi hevkariya PDK’ê dihatin kirin. Lê belê PDK nêzî 20 sal in bi awayekî vekirî hevkariya leşkerî nade dewleta Tirk. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk nikarîbû êrîşî van herêman bike. Êrîşa niha ya dewleta Tirk a li van herêman û bêdengiya PDK’ê rewşa beriya sala 1998’an tîne bîra mirovan.”
‘Gelê Başûr bi guman e’
Karasû di dewama nivîsa xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk beriya niha bi demeke kin bi balafirên şer bombe li geliyê Balayanê barand, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û got, “Hin kesayetên nêzî rêveberiya Başûrê Kurdistanê, li şûna ku êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin, daxuyaniyên welê dan ku êrîş asayî û rewa nîşan dan. Tevgera Goran û YNK’ê êrîşên bi balafiran rexne kiribin jî, ji PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê deng derneket. Rêveberiya Iraqê bi xwe jî êrîş rexne kir, lê Serokwezîrê Federasyona Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî daxuyaniyeke welê da ku cesaret da dewleta Tirk ku hê bêhtir êrîş bike. Vê daxuyaniyê kir ku gelê Başûrê Kurdistanê bikeve nava fikar û gumanan.”
‘Beşeke mezin a Başûrê Kurdistanê li sivîlan hatiye qedexekirin’
Mûstafa Karasû diyar kir ku demeke kin piştî vê êrîşê, leşkerên Tirk vê carê êrîş birin ser Çiyayê Lêlkan ê li Deşta Hertê û got, “Ev herêm ew cihe ku gundî biharê diçin zozanan û pincar kom dikin. Dewleta Tirk a ku beşeke mezin a Bakurê Kurdistanê li gundiyan qedexe kiriye, niha jî heman kiryarên xwe li Başûrê Kurdistanê dike.”
‘pêvajoyeke nû ya komployê dest pê kir’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û şerê topyekûn ê ku havîna 2015’an dest pê kir bi bîr xist. Karasû hilweşandina bajarên Bakurê Kurdistanê, dagirkirina Efrînê û hewldanên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê weke parçeyek ji vê êrîşê bi nav kir û got, “Sala 1998’an çawa ku dewleta Tirk a li pêşberî têkoşîna tevgera azadiyê ya Kurd têk çûbû bi hevkariya hêzên navneteweyî û nokeran li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd di şexsê Rêber Apo de komplo kir, îro jî dewleta Tirk bi desteka hêzên herêmî û navneteweyî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li pey komployeke nû ye. Êrîşên niha yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nîşaneya êrîşa komployeke wiha ye. Ji bo ku li pêşberî tevgera azadiyê ya gelê Kurd a xurt bûye têk neçe, ji mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê sûdê werdigire û dest bi komployeke nû kiriye. Bi vê komployê dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Ji ber vê yekê dema ku mirov êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê bi rengekî giştî binirxînin, wê were dîtin ku ev êrîş ji bo bicihanîna armanca komploya 1999’an tê kirin.”
‘Di ser dijminatiya li PKK’ê têkilî tên xurtkirin’
Karasû bi dewamî got, “Beriya niha bi çend rojan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got, Fransa jî mîna DYA pêşniyar li wan kiriye ku PYD û YPG’ê ji PKK’ê qut bikin. Dewleta Tirk dixwaze ji dijminatiya hêzên navneteweyî ya li PKK’ê sûdê werbigire û vê yekê bike hewldaneke komplo û tasfiyeyê. Tevî ku encama dixwaze bi dest nexistibe jî, di ser dijminatiya li PKK’ê têkiliyên xwe yên bi welatên herêmê re xurt kiriye.”
‘Konsolosiya Hewlêrê komployê koordîne dike’
Karasû işaret bi sempatiya gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd kir û anî ziman, ji ber vê yekê dewleta Tirk zextê li ser PDK, YNK û partiyên din ên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike ku wan bike parçeyek ji komployê. Karasû got, “Konsolosxaneya Hewlêrê bi temamî ev wezîfe girtiye ser milê xwe. Wezîfeya aliyê Başûrê Kurdistanê yê komploya nû radestî Konsolosxaneyê hatiye kirin. Tevî vê yekê hin rayedarên MÎT’ê û Têkiliyên Derve hatin Başûrê Kurdistanê û hewl dan di êrîşên dijî Tevgera Azadiyê de destekê ji hêzên siyasî yên Başûrî bigirin.”
‘Baregehên nû têne amadekirin ji bo êrîşê’
Karasû destnîşan kir ku di êrîşa dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dixwaze van hêzên siyasî ji bo dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar bînin û bi vî rengî konseptê bimeşîne. Karasû got, “Dewleta Tirk dema dawî ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd werbigire, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên bi hêzên siyasî re zêde kiriye. Agahî tên ku artêşa Tirk li hin cihan amadekariya êrîşê kiriye û cihên ku bi vê armancê bikin baregeh, amade kiriye.”
‘Êrîş ne tenê li dijî PKK’ê tê kirin, li dijî hemû destketiyên Kurdan tê kirin’
Karasû daxuyaniya dewleta Tirk ku digot, “Şaşiya me li Bakurê Iraqê kir em ê li Bakurê Sûriyeyê nekin” û helwesta Erdogan a ku di dema referandûma Başûr û krîza Kerkûkê de nîşan da bi bîr xist û got, “Ev zelal bûye; êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî destketiyên Kurdan e, li dijî hemû Kurdan e. Yên ku vê nebînin, wê xwe bixapînin. Eger PKK bê tasfiyekirin, wê ti hêz li pêşiya wan nebe asteng ku destketiyên Kurdan ji holê rakin. Yên ku vê fêhm nakin di naxa xefletê de ne.”
‘Dixwazin hêzên siyasî yên li Başûr bikişînin nava komployê’
Mûstafa Karasû anî ziman ku hewl tê dayin hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bikişînin nava komployeke wiha û got, “Divê Kurdên li Başûrê Kurdistanê; rewşenbîr, hêzên welatparêz, hêzên demokratîk, jin û ciwan vê rastiyê bibînin. Operasyona dagirkirinê ya li dijî Başûrê Kurdistanê her wiha dagirkirina destketiyên Başûrê Kurdistanê ye, êrîşa li dijî hebûna Kurdan û jiyana azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê helwesta ku jin, ciwan, extiyar û tevahiya gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê meh û salên dawî li dijî dewleta Tirk nîşan dan, îro jî nîşan bidin. Ne tenê gelê li Başûrê Kurdistanê, Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê divê bibînin ku ev êrîş komployeke berfireh e û li gorî wê tevbigerin.”