Karkerên ku ji şaredariya Baglarê ya Amedê ji kar hatibun derxistin çalakiyek roniştinê li pêşiya avahiya şaredariyê li dar xistin. Karkerên ku ji kar hatine dûrxistin sedema karavêtina xwe hê jî nizanin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Şaredariya Baglara Amedê 255 karkerên wezîfedarên ewlehiyê yên girêdayî şîrketê bi hinceta ku ji lêpirsîna ewlehiyê derbas nebûn ji kar hatibûn dûrxistin.
Her wiha bi tenê ne ji Şaredariya Baglarê, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî 242, ji Diski yê 76, ji Şaredariya Yenisehirê 46, ji Şaredariya Sûrê 42, ji ya Erganiyê 56, ji ya Kulpê 6, ji ya Xanê 5 û ji ya Hezroyê jî 5, bi tevahî 722 karkerên şaredariyên Amedê ji karên xwe hatibûn avêtin.
Her wiha karkeran ji bo li karên xwe vegerin li pêş avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê li darxistin. Li Şaredariya Baglarê hêj Qyûm nehatiye tayinkirin lê hemû destûrên şaredar bi dest qeymeqam de hatiye berdan.