Komek ji Efrîniyên diçûn Helebê pêl mayinekê li ser rê kirin. Ji ber teqînê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, mayin ku li gundê Til Cebînê teqiya ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû bicihkirin.
Kesên jiyana xwe ji dest dane:
Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30), Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 aylık) û Yasir Hesen Ebdo (36) Zekiya Mihemed Bekir (56), Newroz Menan Mihemed (30), Welat Mihemed Bekir (6), Nûjîn Mihemed Bekir (3).