Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya Şehîd Demhat Ehmed şermezar kirin û gotin ku PDK bi van kiryarên xwe navê xwe di dîrokê de reş dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, duh serê sibehê li mala malbata wî ya li Dihokê sersaxî hatibû qebûlkirin. Lê belê asayîşa Dihokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.
Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin. Piştî nivro jî êrîşî sersaxiya li mizgefê kirin û welatiyek binçav kirin.
Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi çalakiyekê ev kiryarên Asayîşa Dihokê şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê herdu rêxistina Wilyat Berzencî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “PDK, li şûna ku parastina sînorên Başûrê Kurdistanê bike û artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê derbixe, êrîşî sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat ku di dema xaka Kurdistanê diparast jiyana xwe ji dest da, kir. PDK bi van kiryarên xwe, navê xwe di dîrokê de reş dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de êrîşa li ser sersaxiya Şehîd Demhat hate şermezar kirin û hat gotin ku wê xebata Şehîd Demhat berdewam bikin.