Ciwanekî Efrînê dema ku ji çeteyên girêday dewleta Tirk a dagirker xwest ku ji mal wî derkevin û milkê wî lê vegerînin çeteya bi awayekî hovane eşkence kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku para xwe ji exlaqê mirovahî negirtine, ciwanekî Efrînê dema ji wan dixwaze ji mala wî derkevin û milkên wî vegerînin, bi awayekî hovane wî eşkece dikin.
Ciwanê bi navê Fereh El-Dîn Mihemed Osman ku yek ji şêniyên herêma Cindirêsê ya Efrînê ye, ji çeteyên Ceyş El-Şerqiyê daxwaz kir ku ji mala wî derkevin û milkên ku wan diziye vegerînin.
Lê çeteyên Ceyş El-Şerqiyê bi awayekî hov Fereh El-Dîn Mihemed Osman eşkence kirin û ji mala wî dernektin û tiştên ku dizîne venegerandin.
Ji roja ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirine, bi sedan dîmen û belgeyên ku çete dizî talaniya Efrînê dikin derketin holê.