Bi pêşengtiya Ciwanên Kurd û Elman li paytexta Elmanîa Berlînê ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Efrşnê meşek hat li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên enternasyonalîst ên antî faşîst bi ciwanên Kurd re li Weddîngê ya Berlîn ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Efrînê bi qasî 5 kîlometre meşiyan. Di meşe de dirûşmeyên ji bo Rêber Ocalan, Efrînê her wiha ji bo PKK’ê jî hatin avêtin.
Hêjaye gotinê ku li Weddîngê bi sedan malên faşistên Tirk û selefî hene.