Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû awayî êrîşên xwe li ser gelê Kurd û bi taybet li ser Ciwanan dide meşandin. Cendirmeyên dewleta Tirk ya dagirker 3 Ciwanên Kurd bi rengekî huvane îşkence kirin û bun sedema ku di Ciwanan jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN – Duh li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê de, dema ku 3 ciwanan dixwest ku sînor derbasbikin û biçin milê Bakurê Kurdistanê , ji hêla cendirmeyên Tirkiyê ve rastî lêdan û işkenceyeke tund hatin, di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê, ew her sê ciwan li xala sînor ya li hember gundê Ebû El-Son hatin girtin û di encama lêdanê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da û Ciwanek jî aniha li nexweşaneyê tê dermankirin.