Li bajarên Bane û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê, dikandaran li dijî girtina sînor ji aliyê hikûmeta Îranê ve dikan û bazar girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro li bajarên Bane û Ciwanro, dikandar û esnafan li dijî girtina deriyên sînorî yên bazirganiyê ji aliyê hikûmeta Îranê ve nerazîbûn nîşan dan û dikan û bazar venekirin.
Li bajarê Bane, komek dikandaran sifreya vala li ser erdê raxistin û bi vî rengî valabûna sifreya xwe nîşan dan.