Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bu şermezar kirin êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka Başûr û bêdengiya PDK li hember van êrîşan her wiha êrîşên asayîşa Dihokê li ser sersaxiya şehîdê HPG’ê Demhat Ahmed meşek meşeleyan li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên devera Raperîn ji nava bazara navçeya Ranya meşa xwe despêkirin û heta baxê giştî meşiyan.
Ciwanan wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîd Demhat Ahmed rakirin. Ciwana siloganên “Erdogan faşist, Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, PDK xayin” di meşê de avêtin.
Piştî meş gihişt baxê giştî ciwanê bi navê Elî Ranya li ser navê tevahî ciwanan daxuyanî xwend û got ku dewleta Tirk ya dagirker piştî Efrînê niha jî hewl dide bi hêzên xwe yên leşkerî Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Elî Ranya diyar kir ku PDK’ê destûrê dide ku dewleta Tirk êrîşî Başûr bike. Tenê destûr jî nade di heman demê de hevkaryê jî dike.
Ranya axaftin xwe dewam kir û got: “Em dibêjin ev helwesta berpirsyarên PDK’ê xizmetê ji doza netewî û gelê Kurd re nake.”
Di dawiya meşê de Ciwanan êrîşa dewleta Tirk a li ser Şehîdgeha Şehîd Simko Şehîd Gulan û êrîşa asayişa Dihokê li ser sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Ahmed şermezar kir û bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo parastina Başûrê Kurdistanê amade bin.