Dewreya bi navê Şehîd Şoreşa Kobanê ya ku QSD berya mehekê li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dabû dest pê kirin û bi tevlîbûna 190 ciwanî îro bi merasîmek bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewreya ku mehek dewam kir îro bi merasîmek bi dawî bû û 190 ciwan tevlî nava refên QSD bûn.
Merasîm bi deqek rêz girtin her wiha torenek leşkerî ji aliyê şervanan ve destpêkir.
Paşê, yek ji fermandarên QSD`ê Şevger Hîmo axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.
Hîmo di axaftina xwe de serkeftin ji hemû şervanan re xwest.
Hîmo got ew ê heta dawiyê parastina welatê xwe bikin û rêya tekoşîn û berxwedanê dewam bikin.
Di dawiya merasîmê de şervanan soza parastina hemû pêkhataeyan dan.
Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Mehmûd Nebo (Şoreş Kobanê) di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.