Turnuvaya Futbolê ya ciwanên Şengalê ku 22’ê Adarê ji aliyê PADÊ ve hatibû organîzekirin duh bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di turnuvaya futbolê de taxima Xortên Xanesorê û Birayên Şehîd Faris rikaberiyê kirin. Maça futbolê ya li bajarokê Xanesorê ya Şengalê bi serkeftina taxima Xortên Xanesorê 5-1 ya li hember taxima Birayên Şehîd Faris bi encam bû.
Namzetê PADÊ Xwedêda Murad xelatên futbolîstan da. Xelat weke rêza yekemîn û rêza duyemîn ji bo herdu taximên rikaberiyê kirin hate dayîn.
Endamê komîteya amadekar ya turnuvaya Futbolê Elî Hemed ji nuçegihanê roj news re axivî bu û got ku ji ber PADÊ derfetek wiha ji ciwanên Şengalê re ava kiriye spasî kiirn û piştgiriya xwe ya ji bo PADÊ jî ragihandin. Ciwanan bi dirûşma , ‘Dengê xwe bidin partiya xwe’ maça xwe bi dawî kirin.
PADÊ 22’ê Adarê li seranserê gund û bajarokên Şengalê turnuvaya futbolê da destpêkirin. Duh li Xanesorê turnuva bi encam bû lê, hê jî li gund û bajarokên din dewam dike.