Berxwedaniya serdemê ku ketiye qonaxek nû de li hember deshiladarî û faşizmê şer dike û li ber xwe dide. Ciwan û bi taybet ciwanên PYD çawa rola xwe de vê berxwedaniyê de lîsrin û çawa dikarin bêtir rola xwe bilîzin nûçegihanê ajansa me ajansa Nûçe Ciwan ev mijar bi rêveberiya ciwanên PYD’ê re Ahîn Alî re nîqaş kiriye.
QAMIŞLO – Rêveberiya ciwanên PYD’ê Ahîn Alî di despêka axaftin xwe de wiha dibêje: Berxedaniya Efrîn berxedaniya serdemê ketiye qonaxeke nû, Ji ber wê çavê dûnyayê mehî li vê berxwedaniyê ye. Ji ber vê yekê pêwîste em ciwan rol û misyona xwe baş bilîzin û bi taybet ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê wek partiyek siyasî ciwanên vê partiyê ku di nava siyasetê de kar û xebat dikin pêwîste rola xwe bilîzin.
Alî axaftin xwe dewam kir û wiha got: Dewletên nav netewî dixwazin careke din me di milê siyasî de bişkînin û ev tişt xweya bû. 8 civîn li Cinêvê hatin li darxistin û Kurd ne hatin dawetkirin ji ber ku dizanin riya çareseriyê li cem kurdan heye û ew naxwazin çareseriyê çêkin.
Alî bal kişand ser berxwedaniya Efrîn û wiha got: Berxedaniya Efrînê tû kes nikarê înkar bike ku çanda gelê şoreşger bû, ji ber ku di Efrînê de 58 rojan milet li ber xwe da û heta anha jî milet dibêje em dev ji axa xwe bernadin.
Niha li vir rastiyek heye. em wek ciwanên PYD pêwîste em rola xwe bilîzin, ne tenê di warê leşkeri de her wiha di warê siyasî jî de.
Ahîl Alî got ku Erdogn digut ku ez êrîşî PYD’ê dikim ji ber wê bila ciwanên me hişîar bin.
Dijmin dixwaze di milê siyasî de me bişkîne û di dirokê de ev tişt kiriye û dixwaze anha jî bike.
Rêveberiya ciwanên PYD’ê Ahîn Alî li ser rola ciwanên PYD’ê di berxwedana serdemê de ev tişt got: Ciwanên me di berxwedaniya serdemê de rola xwe lîstin hem li Efrîn hem jî li herêmên din, Çi di milê eskerî de ku di nava şer de bûn û hinek ji wan hevalan gihiştin asta şehadete hew wiha di milê manewî de jî.
Ahîn Alî di dawiya axaftin xwe de got ku Me di berxedaniya Efrînê de çih girt, lê dîsa jî ne ligorî çanda ciwanên şoreşger yan jî taybetmendiyên ciwanên şoreşger ji ber wê divê me vê di ciwanan de bidin avakirin.