Piştî du rojan ji greva ku dukandaran û yê ku li bazaran kar dikin li bajarên Banê û Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê û îro kete roja 3 yemîn de dukandarên bajarên Saqiz û Merîwanê jî beşdarî wê grevê bûn û dukan û bazar daxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro gelê çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê li hember rewşa xirab a aborî û daxistina sînoran dukan û bazar daxistin.
Li gor nûçeya malperên xwecihî yên Rojhilatê Kurdistanê kasibkar û dukandarên bajarên Banê, Ciwanro, Seqiz û Merîwanê îro di sêyemîn roj de li hember daxistina sînor ji kolberiyê re grev ragehandin û dukan û bazar daxistin.
Li gor wêne û dîmenên ku di torên civakî de belav bûn, gel û kasibkar û kolberên wan bajaran, sifreya vala li kolanan û di nav bazarê de radixin û dengê nerazîbûnên xwe li hember daxistina sînoran ragehandin.