Berpirsyarê fedrasyona penaberên herêma Başûrê Kurdistanê ragehand ku, di çend heftiyên borî de koçberiya ciwanan ji herêma Başûrê Kurdistanê ji bo welatên ewropa zêde bûye.
NAVENDA NUÇEYAN – Berpirsyarê fedrasyona penaberên herêma Başûrê Kurdistanê Arî Celal ragehand ku, ji meha Adarê ve bi awayekî berçav koçkirina ber bi Ewropayê ve zêde bûye, ev zêdebûn li himberî 3 mehên sala borî de li welatê ewropa û Tirkiyê zêdetir bi 9 hezar kes bûye.
Her wiha got ku, ew penaber diçin Tirkiyê û ji Tirkiyê xwe digehînin Ywunanistan û ji wir diçin Blgariya û Italya.
Celal da zanîn ku ev koçberî cihê metirsiyê ye.